Li Edeneyê li dijî polisên hêzên çevîk êrîş pêk hat: Hejmareke zêde mirî û birîndar hene 2019-09-25 08:15:30 EDENE - Li navçeya Yuregîrê  li dijî serwîsa ku polisên hêzên çevîk têde bûn, êrîşeke bombeyî pêk hat. Di êrîşê de gelek mirî û birîndar hene.  Li taxa Selahattîn Eyyûbî ya navçeya Yuregîr a Edeneyê saet di 07.20'an de li dijî serwîsa zirxî ya polisên hêzên çevîk têde bûn, êrîşeke bombeyî pêk hat. Di êrîşê de xesareke mezin gihîşt serwîsa zirxî. Tê gotin ku di êrîşê de gelek mirî û birîndar hene. Birîndaran rakirine nexweşxaneyên cûda yen bajar.