Ji cerdevanên êrîşî HDP'iyan kirin 5 jê hatin binçavkirin 2019-09-24 19:07:09   AMED – Li Pasûrê, ji cerdevanên êrîşî HDP'iyan kiribûn 5 jê hatin binçavkirin.    Li Pasûrê, gava rêveberên HDP û DBP'î yên Erxenî, Pasûr û Hezroyê ji bo serdana endamên Meclîsa Şaredariya Pasûrê ya qeyûm tayînî wê hatibû kirin bikin, cerdevanan êrîşî wan kiribû. Ji 10 cerdevanên êrîş kirin 5 jê hatin binçavkirin. Di êrîşê de Hevserokê HDP'a Farqînê Kenan Kaydû, Hevserokê DBP'a Farqînê Îskan Uzumlu û endamê Meclîsa Şaredariya Farqînê Şîfayet Başotlioglû birîndar bûbûn. Hat ragihandin ku cerdevanên hatine binçavkirin birine Qereqola Cendirmeyan a Zeyrekê.