Li Pasûrê êrîşî HDP’iyan kirin: 2 kes birîndar bûn 2019-09-24 15:01:08   AMED – Li Pasûrê komek çekdar êrîşî rêveberên HDP’ê yên çûn serdana piştevaniya encûmenên Şaredariya Pasûrê kirin. Di bûyerê de 2 kes birîndar bûn.  Li navçeya Pasûrê ya Amedê di 12’ê îlonê de teqînek rû dabû. 7 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Bi îdiaya têkiliya hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay bi teqînê re heye hatibûn girtin. Encûmen û rêveberên HDP’ê yên Farqîn, Erxenî û Hezroyê bi armanca piştevaniya ji bo encmûnên Şaredariya Pasûrê çûn navçeyê. Piştî ku ev rêveber û encûmen ji tevlî çalakiya rûniştinê ya li ber HDP’ê bûn û vegeriyan, komek ji 10 kesên çekdar dihatin wan bi rê de sekinandin û êrîşî wan kirin. Komê bi dar û jopan êrîşî HDP’iyan kir, 2 kes birîndar kirin û camên wesayîtên wan şikandin.    HAT GOTIN ÊRÎŞKAR CERDEVAN IN    HDP’yî dema ji Pasûrê derketin pîqabek wan şopand. Di derketina ji Pasûrê pîqabê pêşiya wan birî û êrîşî wan kirin. Hat ragihandin kesê êrîşê pêk anîne cerdevanên gund bûne.    Piştî êrîşê HDP’yî di cihê lêgerîna eskeriyê de hatin sekinandin û nasnameyên wan hatin kontrol kirin. Eskeran destûr da du wesayîtên HDP’iyan derbas bibin lê destûr neda wesayîtek derbas bibe.