14 sal û 3 meh cezayê girtîgehê dan Rojnameger Ziya Ataman 2019-09-24 14:14:00 ŞIRNEX - Dadgehê di danişîna daza darizandina Rojnameger Ziya Ataman de, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 14 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li wî birî û biryar da ku girtina Ataman dewam bike.    12’emîn danişîna doza darizandina nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) hat girtin Ziya Ataman ê ji 11’ê Nîsana 2016’an ve girtiye û 10 jê girtî 21 kesan li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hat dîtin. Dadgehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” 14 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Ataman birî.    Di danişînê de mafê gotina dawî ji bo girtiyan hat dayîn. Girtiyan, daxwaza beraeta xwe kirin.     Şandeya dadgehê dûre biryara xwe aşkere kir û ji bo rojnameger Ataman bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" bi giştî 14 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. Dadgehê dûre, biryar da ku girtina Ataman dewam bike. Dadgehê, di heman demê de derbarê 6 girtiyên di dosyeyê cih digirtin de, biryara beraetê da û ji bo girtiyên din jî, ji madeyên cuda ceza birî.     Hat diyar kirin ku girtekên danişînê wê piştre bidin parêzeran.  Malbatên li ber edliyê rewestiya bûn, bertek nîşanî biryara girtin û ceza kirinê dan.