Rojnameger Zeyrek û 19 kesên din hatin beratkirin 2019-09-24 12:42:54   EDENE – Rojnameger Fîlîz Zeyrek a ji ber taziyeya endamê YPG’ê Şemdîn Eye kiribû nûçe û 19 kesên beşdarî şînê bibûn hatin beratkirin.    Danişîna biryara doza rojnameger Fîlîz Zeyrek ku nûçeya şîna endamê YPG’ê Şemdîn Eye ya di 2015’an de kiribû nûçe, dayik û bavê Eye jî di nav de 20 kes dihatin darizandin hat dîtin. Danişîn li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê hat dîtin. Parêzer beşdarî danişînê bûn. Parêzeran parastina miwekîlên xwe kirin û xwestin bên beratkirin.    Dozger xwest her 20 kes jî ji ber sûc nekirine bên beratkirin. Dadgehê daxwaza dozger û parêzeran qebûl kir û biryara berata 20 kesan da.