Rojnameger Kibriye Evren dîsa nehat berdan 2019-09-24 11:22:12   AMED - Di daneşîna doza Rojnameger Kîbriye Evren a ku li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de, Evren dîsa nehat berdan.    Daneşîna biryarê ya doza Rojnameger Kîbriye Evren li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di daneşînê de parêzerên Evren Pîrozhan Karali û Resul Temur amade, hempîşeyên Evren, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, Punto 24 û Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad, doz şopandin.     Şandeya dadgehê biryar dewama girtina Evren da.     Evren got, ''Ez a rojnamevan min mafê xwe yê demokrasiyê û azadiya çapameniyê xebitandiye.'' Evren got wêneyên pîknîkê yên li gel hevalên wê mîna ku endama rêxistinê be û perwerdehiyê dibîne di dosyayê de cih girtiye. HAT TALOQKIRIN Şandeya Dadgehê biryar li ser da ku rewşa girtîbûnê ya Evren bidome û danişîn taloqî 12'ê Mijdarê kir.