Hiqûqnas Pakêta Darazê rexne dikin: Divê ewil zîhniyet were guhertin 2019-09-24 10:57:38 ENQERE – Parlamenter Sezgîn Tanrikulu ji bo pakêta darazê got “zîhniyet neguheriye” û rexne kir. Cenk Yigîter ê hat îxrackirin jî got sererastkirina pasaportê li dijî Destûra Bingehîn e û hiqûqnas Ozgur Urfa jî got sererastkirina Dadgeha Bilind tenê têgihiştinê afirandiye.  Tê payîn Pakêta Darazê biçe Meclîsê. Hin hûrguliyên ewil ên pakêtê zelal bûn. Di pakêtê de sererastkirina pasaportên KHK’iyan, sererastkirina sûcê propagandaya Qanûna Têkoşîna bi Terorê re (TMK) re û sererastkirina biryara cezayên di bin 5 salan de ji bo temyîzê rêya Dadgeha Bilind vekirin derketin pêk.    Parlamenterên hiqûqnas Sezîn Tanrikulu û Abdullah Koç, hiqûqnas Ozgur Urfa û Cenk Yigîter ê bi KHK’ê hat îxrackirin Pakêta Darazê nirxandin.    ‘LAZIME ZÎHNIYET WERE GUHERTIN’    Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu got sererastkirina têkildarî sûcê propagandayê ya di pakêtê de jixwe ji aliyê Destûra Bingehîn ve mafek hatiye mîsogerkirin. Tanrikulu got tiştên li hatine zêdekirin jixwe ne sûc bûn û hebûn û got: “Rewşek jixwe ne sûc be nikarin li madeyek cezayê zêde bikin. Sererastkirinek wiha nabe reform. Ya girîng ew e ne ku reform pêk were ya girîng ew e ku zîhniyet were guhertin. Ez vê pêşkêşkirina wek reformê bi nav dikin qet rastîbîn nabînim. Heta vê feraseta hikumetê û zîhniyeta di darazê de neyê guhertin, dê tu encama bi xwe re neyne.”    ‘XALA PROPAGANDAYÊ RAZBER E’    Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç ê Endamê Komîsyona Edaletê jî destnîşan kir ku ne pêşkirina Pakêta Darazê ya ji bo HDP’ê pêkanînek antî demokratîk a îktîdarê ye û got: “Beşa têkildarî propagandayê ku di pakêtê de cih digire, ewqas razbere heke ev xal di parlamentoyê de derbas bibe jî heke kesek di civakek demokratîk de rexne bike jî wê bi sûcê propagandayê re hevrû bimîne. Çimkî nehatiye zelakirin.”    ‘PAKÊTEK TAKTÎK E’    Koç bal kişand ser têgeha “terorê” ya li Tirkiyeyê û wiha got: “Ev têgeh zêde li Tirkiyeyê bi berfireh digirin dest. Ji bo sûcê raman û îfadekirinê ji holê bê rakirin, lazime pêkanîna TMK’ê yanî qanûna terorê bê rakirin. Ev pakêt pakêtek ne li gorî pîvanên demokratîk e û pakêtek taktîkî ye. Dixwazin bi vê pakêtê carek din xelkê bixapînin.”    ‘WÊ TU ENCAMÊ BI XWE RE NEYNE’    Endamê Meclîsa Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ozgur Urfa ê hiqûqnas jî da zanîn ku dema pakêt hatiye amadekirn bi partiyên siaysî, baro, rêxistinên civakî yên sivîl û saziyên darazê nehatiye şewirîn û got: “Ji ber vê yekê di wê pakêtê de çi hebe bila hebe, bi vî rêbazî ne azadiya îfadeyê ne jî sererastkirinê din dê encam negire. Di esasê xwe de tu guhertinek bingehîn nîne. Sererastkirina pasaportê li dijî Destûra Bingehîn e. Dixwazin bi sererastkirina Dadgeha Bilind tenê têgihiştinê biafirînin."    'LI PAŞ MAYE'    Akademîsyen Cenk Yigîter ê ji Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê bi KHK'ê hat îxrackirin jî diyar kir ku ev pakêt bi xwe re wê tu guhertinê neyne û got: " Ez sererastkirina xala pasaportê jî rast nabînim. Heta mirov dikare bêje ku ev pakêt gelek gelek li dû Destûra Bingehîn maye û li dijî Destûra Bingehîn e."    MA / Dîren Yurtsever