Mudawîma Nobeta Demokrasiyê: Rojekê jî neyêm kurê min tê xewna min 2019-09-24 09:15:17 AMED – Makbûle Akyuz a 59 salî, her çend dikule jî 37 roj in di nobeta li dijî qeyûman de li qada nobetê ya li dijî qeyûman e. Akyuz, dibêje: "Hema rojekê jî neyêm, kurê min Delîl tê xewna min."  Makbûle Akyuz a 59 salî ku dibêje "Hema rojekê jî neyêm Nobeta Demokrasiyê, kurê min Delîl tê xewna min. Pêşî radibim nimêja xwe ya sibehê dikim û paşê dikevim rê" tevî dikule jî her roj ji gundê Xanika Jêr ê Çinarê tê Amedê û tev li Nobeta Demokrasiyê ya li dijî qeyûman dibe.   104 KÎLOMETRE RÊ    Akyuz ku roja qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye kirin û li Kolana Lîseyê Nobeta Demokrasiyê dest pê kiriye heta niha tev li çalakiyê dibe, dibêje: "Gava di televîzyonê de temaşe dikim tehemûl nakim." Akyuz, bilêv dike ku ji ber vê her roj 104 kîlometre rê tê û tev li çalakiyê dibe. Gava tê cihê çalakiyê, ji ber çonga wê diêşe ewilî ji xwe re cihekî dibîne. Paşê ji ciwan û çalakgerên dirûşmeyan berz dikin û distrên çepikan dixe.    Akyuz, dayika 8 zaroka ye. Keçeke wê tev li PKK'ê bûye û kurê wê Delîl jî di sala 2016'an de li Taxa Xaçortê li mala Remziye Bor a ducanî bû, di operasyonekê de hatiye kuştin. Akyuz, anî ziman ku piştî kurê wê hatiye kuştin her roj tê xewna wê. Akyuz, bi bîr xide kurê wê li mala Remziye Bor hatye kuştin û Remziye Bor jî piştî wê radikin nexweşxaneyê 28 roj şûnde jiyana xwe ji dest dide û zaroka wê bi sezeryanê ji nava wê tê derxistin. Akyuz, dîsa bi bîr dixe ku hevjînê Borê Îrfan Bor jî tê girtin û dibêje: "Ji bo vê jî şikur. Du kurê min çûne. Îjar kesên 3 zarokên wan çûne wê çê bikin."    ‘TEHEMÛL NAKIM'    Akyuz ku serê gotina wê dua, binê gotina wê dua ye, got: "Înşelehe wê êdî dilê xwedê bi gelê me bişewiteç Em dixwazin rojên xweş bibînin. Şev dirêj bûne, êdî ji bo min nabe sibeh. Melê sibehê radibim nimêje xwe dikim. Hinekî li hewşê digerim, paşê di 08:00'an de taştê dixwim. Paşê ez û hevjînê xwe radibin tên Amedê. Lingên min diêşin, nikarim karê malê bikim. Lê gava televîzyonê temaşe dikim tehemûl nakim. Dibêjim eger em tev li nobetê bibin belkî hin tişt biguherin. Gava em diçin jî em polîsan dibînin. Ji me zêdetir in. Qelebalix in. Dora me dorpêç dikin. Bi awiran gefan li me dixwin. Hin hevalên min binçav kiribûn."    ‘JI WAN NATIRSIM'    Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, polîsan bi ava şid û gazê êrîşî girseyê kiribû. Akyuz, bilêv kir ku ew jî bi van êrîşan re rû bi rû maye û got: "Hîn jî lingê min reş e. Ji roja ewil ve têm. Ji wan natirsim. Ez tim bêm. Heta ew paş ve nekişin em ê li vira bin. Êdî em dixwazin tiştên baş çê bibin, da zarokên me jî hinekî rihet bibin. Bila kes nemire. Em naxwazin kesek jî di girtîgehan de bimîne."    Akyuz ku ji bo ciwanan tim dua dike, got: "Ne şer bila aştî hebe. Divê ev mesele bê helkirin. Ne heyfa zarokên me, bes e bila êdî nemirin. Ev dil e, zehmet e. Ma me bi çi zor û zehmtiye em mezin kirin. Min nanê tisî xwar, lê dîsa jî min ew mezin kirin. Zarokên me kuştin, ciwan nehiştin." Akyuz, got hemû zarok wekî zarokên wê ne û got: "Ez vî tiştî li ser navê hemû dê û bavan dbêjim. Em naxwazin em bimirin. Em naxwazin zarokên me bimirin. Zarok hemû Delal û Delîl in."    Her wiha Akyuz, got divê her kes li dijî qeyûman dengê xwe bilind bike û dakeve qadan.   MA / Arjîn Dilek Oncel