Xwendekarekî Zanîngeha Kafkasê hat kuştin 2017-11-29 13:52:44   QERS - Di navbera xwendekarên Dibistana Bilind a Perwerdeya Bedenê ya Sarikamişê ya Zanîngeha Kafkasê pevçûn derket. Xwendekar Halîl Kurtdîş ê hat kêrkirin jiyana xwe ji dest da.     Li taxa Înonu ya navçeya Sarikamiş Kafka, di navbera du komên xwendekarên Beşa Perwerdê ya Beden a Zanîngeha Kafkasê (KAU) de şer derket. Piştî nîqaşa di navbera xwendekaran de xwendekarên pola 1'emîn a Beşa Perwerdê ya Bedenê Halîl Kurtdiş û Ferhat Ertakuş birîndar bûn. Halîl Kurtdiş ê bi giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Harakanî ya Qersê ligel hemû hewldanan jiyana xwe ji dest da. Ertakuş jî hîna li nexweşxanê tê dermankirin.     Cenazeyê Kurtdîş piştî kar û barên otopsiya dest pê kê ya li morga Nexweşxaneya Dewletê hat kirin, ji bo otopsiya berfireh şandin Saziya Tipa Edlî ya Erzirûmê. Malbat li bendê ye ku cenazeyê kurê xwe bigire.    6 kesên têkildarî bûyerê  hatin binçavkirin, birin Midûryeta Polîsan a navçeyê.