‘Îktîdar, dixwaze li ser xwîna ciwanan qoltixa xwe zexm bike' 2019-09-24 09:10:01 STENBOL – Dayika Aştiyê Sebîha Bozan, destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hîn jî didome. Bozan, bilêv kir ku îktîdar li ser xwîna ciwanan hewl dide cihê xwe zexm bike û got: "Bila êdî zarokên me nemirin." Çalakgerê greva birçîbûnê Îhsan Sînmîş jî destnîşan kir ku Tenê Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkên niha Tirkiye bi wan re rû bi rû dimîne çareser bike.  Bi çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest pê kir û li girtîgehan belav bû, hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hatin çêkirin. Lê belê piştî greva birçîbûnê bi dawî bû parêzeran tenê 5 caran hevdîtin bi Ocalan re çê bike û ji 7'ê Tebaxê ve hevdîtin çê nabin. Dayika Aştiyê Sebîha Bozan, bilêv kir ku gava îktîdar dixwaze hevdîtin çê dibin û got, divê ev tecrîd bi temamî rabe.    ‘SEDEM BÊDENGIYA ME YE'    Osman Ozdemîr, anî ziman tecrîd sûc e û got, çalakgerên greva birçîbûnê derz li tecrîdê xistine lê belê bi temamî arnebûye. Ozdemîr, bilêv kir ku li welatekî ku hiqûq lê tune be wê tecrîd tim hebe û got: "A rast hinekî jî bela me ye. Ji ber deng ji me dernasyê tecrîd didome. Mesela niha qeyûm tayînî Amed, Wan û Mêrdînê kirin. Ji xeynî wan bajaran deng ji tu bajaran dernayê. Ji ber em bêdeng in tecrîd heye. Kesên dibên em demokrat in divê li hemberî vê dengê xwe bilind bikin. Tecrîd tenê ne li Îmraliyê, li her derî heye. Niah tu kes jî nikare xwe bilêv bike."    ‘TENÊ ARGÛMANEK WAN HEYE, EW JÎ ŞER E'    Ozdemîr, bilêv kir ku di pêvajoya çareseriyê ya 2013'an de bêhna gelên Tirkiyeyê derketibû û got, pêdivî pêvajoyeke çareseriy heye. Ozdemîr, gotina Ocalan ku gotibû "ez ê di nav hefteyekê de pirgirêkê hel bikim" bi bîr xist û got, tayînkirina qeyûma li dijî vê bangawaziyê ye. Ozdemîr, destnîşan kir ku îktîdar çareserkirinê naxwaze û got: "Tenê argûmaneke vê hikûmetê heye ew jî şer e." Ozdemîr, diyar kir ku ji bo şikandina tecrîdê divê civak bi yekdengî tev bigere û got: "Eger em xaleke hevpar zevt bikin em ê karibin tecrîdê bişikînin û vî şerî bi dawî bikin."    Dayika Aştiyê Sebîha Bozan jî bilêv kir ku piştî 8 salan parêzer îsal çûne cem Ocalan û got, 8 salan parêz nikaribûne biçin cem muwekîlê xwe, ev sûc e. Bozan, anî ziman ku dewlet diwaze gelan û Ocalan ji hev qut bike û got: "Erdogan got, 'ez ê her tiştî bkim.' Lê bi rastî jî nikarin vê dewletê bi rê ve bibin. Mesela halê aboriyê li ber çava ye. Berbat e. Kes nikare bibêje tu eleqeya vê rewşê û Ocalan bi hev re tune ye. Li vî welatî her tişt girêdayî hev e."    'BILA RÊYA AŞTIYÊ BÊ VEKIRIN'    Bozan, destnîşan kir ku ew naxwazin tiştek bês er tu kesî jî û got: "Çi leşker, çi gerîla, em dayik naxwazin zirar bigihê tu kesî jî. Bila tu kes nemire. Wezîrekî karên navxweyî heye, ji xwe re dibêje 'ez xwedê me.' Dixwazin dis er xwîna ciwanan re cihê xwe zexim bikin. Em dibêjin, bila careke din hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bên çêkirin. Tenê ew dikare vê meseleyê hel bike. Em dayik dibêjin, êdî em naxwazin zarokên me bimirin. Em dixwazin rêya diyalogê, rêya aştiyê bê vekirin. Rica me ev e."    Îhsan Sînmîş ku yek ji çalakgerên greva birçîbûnê bû, diyar kir ku ji 20 salî zêdetir e tecrîd heye. Sînmîş, bibîr xist ku piştî grevên birçîbûnê hevdîtin bi Ocalan re çê bûn û got: "Wê çaxê dewletê hişt hevdîtin pêk bên. Lê niha li gor dilê xwe destûrê didin. Eger li gravekê tenê kesek hebe, enxwe ev tê wateya tecrîd didome. Ev tecrîd li ser tevahiya gel e. Tenê ne li ser serok e. Em ancax bi hev re diakrin vê tecrîdê bişikînin. Eger pêşî li ber Serok vekin wê di 24 saetan de şer bi dawî bibe û aştî bê Rojhilata Navîn û vê axê. Lê ên dewletê bi r ve dibin vê yekê naxwazin. Li hemberî bangawaziyên Serok ên ji bo aştiyê dibêjin şer. Ev demên dawî yên Erdogan û vê îktîdarê ne."    MA / Ferhat Çelik – Bariş Ceyhan