Hevşaredara Erdîşê ya berê Dîba Keskîn ji girtîgehê derket 2019-09-23 22:41:04   WAN – Di danişîna dawî ya doza Hevşaredara Erdîşê ya berê Dîba Keskîn de biryara berdanê hatibû girtinç Piştî biryarê Keskîn îr ji Girtîgeha Jina ya Sîncanê derket.    Hevşaredara Erdîşê ya berê Dîba Keskîn di 14'ê Cotmeha 2015'an de hatibû girtin. Lê belê di danişîna dawî ya 9'ê Îlona 2019'an de 10 sal ceza lê hat birîn û derbarê wê de biryara berdanê hat girtin. Piştî biryara berdanê, parêzerên Keskînê ji bo muwekîla wan ji girtîgehê derkeve serlêdan pêk anîbûn. Piştî serlêdana parêzeran Keskîn îro ji Girtîgeha Jina ya Sîncanê derket.    Malbata Keskînê û hevalên wê li ber girtîgehê ew pêşwazî kirin.