Di Doza Nisêbînê de girtî hatin derbkirin 2019-09-23 19:33:53   MÊRDÎN - Girtiyên Doza Nisêbînê, piştî cezayê muebeta giran li wan hat birîn, dirûşme berz kirin. Ji ber vê hatin derbkirin û bi erdê ve hatin kişandin.    Heyeta dadgehê di Doza Nisêbînê de ku 17 jê zarok 53 zarokên pê tên darizandin, ceza li girtiyan birî. Danişîn îro danê sibehê li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Mêrdînê pêk hat. Piştî ceza li girtiyan hat birîn, girtiyan dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin.    ‘EM TÊN ÎŞKENCEKIRIN'    Piştî danişîn pêk hat dadgehê navbirî da. Piştî navbiriyê ewilî girtiyê bi navê Mahsûm Çay axivî. Çay, diyar kir ku li Girtîgeha Osmaniyeyê tim tên îşkencekirin. Çay, di parêziya xwe de diyar kir îfadeyên lis er wî hatiye dayîn qebûl nake û got: "Tiştekî wiha tune ye. Ew îfade ne rast in. Ez wan kesan nas nakim. Ez van îfadeyan qebûl nakim. Temenê min biçûk e, lê we min jî bi kesên ji min mezintir re darizand. Ez mexdûr im. Mutaalayê qebûl nakim. Li Girtîgeha Osmaniyeyê ez îşkence kirim. Gava min anîn vira jî ez îşkence kirim. Hîn jî şopên îşkenceyê li ser canê min in." Paşê piştî navbiriyê, ji bo testa temenê Çay û rapora ATK'ê dageh taloqî 14'ê Mijdarê hat kirin.    'ÎDIANAMEYEKE XEYALÎ'    Girtiyê bi navê Osman Bozkûrt jî, diyar kir ku ew mutaala û îdianameyê qebûl nake û got: "Ji xwe ev îdianame, îdianameyeke xeyalî ye. Ez ê çawa di heman wextî de li 6 cihan bim? Ev dûrî aqilan e. Me bi dosyayeyek xeyalî didarizînin. Hin kesên wan nas nakim îfade li ser min dane. Her wiha îfadeyên hatine girtin jî bi îşkenceyê hatine girtin. Ez kesî ji wan jî nas nakim. Min ji van kesan hin jê li girtîgehê hin jê jî li dadgehê nas kirin. Wê niha ji ber van îfadeyan ceza bê birîn. Loma divê em û van kesên îfade dane bên cem hev û paşê divê dageh biryara xwe bide. Eger ev îfade bi paş ve bên kişandin, ez ê bêm berdan. Ez îfadeyên xwe yên berê dubare dikim."    HATIN DERBKIRIN    Piştî girtiyan, parêzeran parêziya xwe ya berê dubare kir û xwestin muwekîlên wan bên berdan. Piştî parêziyan dadgehê ji bo 5 deqeyan navbirî da.    Piştî navbiriyê dadgehê cezayê muebeta giran û 15 sal ceza li Bozkûrt, birî. Piştî vê Bozkûrt xwest dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kir, lê leşkeran devê wî girt. Lê Bozkûrt dîsa jî dirûşme berz kir. Leşkeran dîsa êrîşî Bozkûrt kir û wî bi erdê ve kişandin.    Her wiha dadgehê cezayê muebeta giran û 15 sal li Hamît Acûr jî birî.    Wê danişîna girtiyên din bidome.