Parêzerên Demirtaş bang li Wezîrê Dadê û HSK'ê kirin ku lêpirsînê bidin destpêkirin 2019-09-23 14:49:06 AMED - Parêzerên Hevserokên Giştî yê HDP’ê yên berê Figen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş, têkildarî biryara girtina Yuksekdag û Demîrtaş, daxuyanî dan û bang li Wezîrê Dadê û HSK’ê kirin xwestin der barê Serdozgerê Komarê yên Enqereyê, dozgerê lepirsînê û dadgerê biryar daye de lêpirsîn vekin.   Dozger der barê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattin Demirtaş de bi îdîaya “Rêxistin ava kiriye û bi rêve biriye" “Propaganda rêxistinê kiriye" û “Pesnê sûc û sûcdar daye, heta 142 salan ceza ji Demîrtaş de li 19’emîn dadgeha Cezayên Giran Enqereyê doz vekir. Piştî 3 salan Demîrtaş girtî hat darizandin, heyetê der barê wî de biryara tahliyeyê da. Lê piştî biryarê dîsa der barê Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de biryara girtinê dan. Têkildarî biryara girtina Yuksekdag û Demîrtaş Parêzerên Demirtaş li Avahiya Xizmeta Edlî ya Baroya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Parêzerê Demîrtaş Mahsuni Karaman, Mehmet Emin Aktar, Mesut Beştaş û Aygul Demirtaş, Cîgirê Serokê Baroya Amedê û rêveberên Baroyê Amade bûn.    Beriya daxuyaniyê bidin Parezerê Demîrdaş Mehmet Emin Aktar, diyar kir ku bi zordariya meranîzmaya darazê re rû bi rû ne û wiha got: "Demirtaş ji dosyayek ku qet şik û guman tune tê girtin. Tu tarîfeya vê yekê tune ye. Serokomarê Berê Demîrel digot 'Em ne dewleta konan in. Em dewleta hiqûqê ne. Ez jî dibêjim xwezî hûn dewleta konan bûna. Ji ber ku kevneşopiyek dewleta konan heye. Wê kevneşopiya xwe dixe meriyetê. Lê îktîdara îro li gorî tu rêbaz û rêgezan tev nagere. Em bi mekanizmaya darazê ya bê qûral re rû bi rû ne."    Li ser navê parêzerên Demîrtaş Mahsuni Karaman ji daxuyanî xwend û diyar kir ku di serî de Demirtaş û Figen Yüksekdag  parlamenterên HDP’ê îro wekî dîlgirtiyên siyasî tên girtin û wiha got: "Ev rewşa darazê ya çiqas ketiye bin hikmê siyasetê nişan dide. Beriya danişîna Demîrtaş a li Daîreya Mezin a DMME'yê, di 2'ê Îlonê de 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê der barê dosyayê de biryara tahliyeyê da. Di heman rojê de dîsa biryara girtinê dan."    Karaman, anî ziman ku serdozgeriya Komarê ya Enqereyê "Bi zanebûn û bi xwestin daxuyaniyek derew" daye û erka xwe xerab bikar anîye. Karaman, anî ziman ku bi vê daxuyaniyê sûc ava kiriye, di ewraqan de sextekariyî ava kiriye û sûc kiriye.   Karaman, da zanîn ku hêj der barê Demirtaş û Yuksekdag de dozên didomin hene û ji ber sûcdariyên cuda girtî ne û wiha got: "Di dosyaya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê  ya hêjmar 2014/146757'an de kesê şikdar jî tune ye. Demirtaş û Yuksekdag li ser lêpirsînek xeyalî girtî ne. Li ser lêpirsînek li holê tune dosya der barê wan de hatiye vekirin.    Karaman, destnîşan kir ku Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê Demirtaş de ji 31 fezlekeyan dosya lêpirsinek berhevkirî amade kiriye Ev dosya ya di 2014'an de Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di bûyerên 6-8'ê Cotmehê de kom kirine ne. Li gel ku Demîrtaş ne şikdar e bi lêpirsîna hêjmar 2014/146757'an hatiye girtin. Di wê dosyayê de heta 20'ê Îlonê tu guhertin çênebûye. Birêz Demirtaş, tu carî di wê dosyayê de nebûye kesê şikdar. Ji ber ku Birêz Demirtaş, di heman demê de parlamenter bû, ji aliyê Buroya  Lêpirsîna Sûcên Parlamenteran der barê wî de lêpirsîn û doz hatiye vekirin. Doz hêj li 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê didome.    Karaman, bang li Wezîrê Dadê û HSK’ê kirin xwestin der barê Serdozgerê Komarê yên Enqereyê, dozgerê lepirsînê û dadgerê biryar daye de lêpirsîn vekin. Karaman, anî ziman ku Daireyea Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê wê têkildarî mijarê biryarek hîn hişktir bide.