Li Wanê 36 rojin Nobeta Demokrasiyê didome 2019-09-23 14:03:55   WAN - Rêxistina HDP'ê ya Wanê li dijî tayînkirina qeyûman 36 roj in li Wanê Nobeta Demokrasiyê li dar dixin. Çalakgeran di nobetê de diyar kirin ku dê bi berxwedanê bi ser kevin.    Wezareta Karê Hundirin, di 19'ê tebaxê de qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê kiribû. Çalakiyên protestoyê ya li hemberî tayînkirina qeyûman 36 roj in li Wan, Amed û Mêrdînê didomin. Nobeta Demokrasiyê ya ku bi pêşengiya Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) li Wanê îro jî li ber rêxistina naveya HDP'ê ya Rêya Armûşê pêk hat. Parlamenter Muazzez Orhan, hevşaredar Mustafa Avci, hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, hevşaredarên navçeyan, rêveber û endamên HDP'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê, endamên Meclîsa Jinên Ciwan ên HDP'ê û welatî tevlî nobetê bûn.    Endamên Meclîsa Jinên Ciwan a HDP'ê, tîşortên li ser "Ji tecawiz, asîmîlasyon û hîşbirê re na" hat nivîsandin li xwekirin û bi pankarta 'Jinên ciwan dê faşîzmê têk bibin' hatin qada nobetê. Di nobetê de hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen axivî û diyar kir ku 36 roj in çalakî didomin û wiha got: "A rastî tişta ku tê xwestin demokrasî ye, vîna gel e, mirovatî ye, hiqûq e, wekhevî ye û aştî ye. Elbet bedelek heye. Bê têkoşîn nabe. Tiştên bê bedel bê wateye."   Çalakiya rûniştinê bi dirûşmên wekî "Bi berxwedanê em ê bi ser kevin", "Jin jiyan azadî" û “Bijî berxwedana Wanê” bi dawî bû.