Girtiyê nexweş terkî mirinê kirine 2019-09-23 09:01:15 STENBOL - Girtiyên nexweşiyên giran Abdullah Turan, Serdal Yildirim û Ergîn Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa R a Metrisê girtînin terkî mirinê hatine kirin. Parêzer Gulizar Tuncer ku hefteya borî bi girtiyan re hevdîtin kir, diyar kir ku rewşa girtiyan pir xerab e û terkî mirinê hatine kirin.  Li Tirkiye girtiyên nexweş û kal ji ber nayên berdan ji yana xwe ji dest didin. Serokê BDP'a Agiriyê yê berê Mûstafa Aykol ku di sala 2011'an de bi tawanbariya "endamtiya rêxistinê" hatbû girtin û 13 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn, ji ber nexweşiya wî giran bû ji Girtîgeha Tîpa L a Panosê sewqî Nexweşxaneya Zanîngeha Wanê kiribûn. Aykol, di 16'ê îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Aykol li Agiriyê hat veşartin. Mehmet Selîm Buruhan ê 87 salî ku 45 roj berê ji ber cezayê lê hat birîn hatibû girtin di 9'ê Îlonê de li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglu ya Mereşê jiyana xwe ji dest da. Girtiyê nexweş Siddik Guler ê 80 salî yê li Girtîgeha Tîpa T a Îskenderunê tê girtin, her ku diçe rewşa tenduristiya wî girantir dibe û ligel vê jî, dermankirina wî tê astengkirin.  Niha jî girtiyên nexweşiyên giran Abdullah Turan, Serdal Yildirim û Ergîn Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa R a Metrisê girtî nin, tevî hemû serlêdanan nayên dermankirin û nayên berdan. Ji ber ku nayên berdan û nayên dermankirin her ku diçe rewşa wan giran dibe.      Parêzera wan Gulizar Tuncer, bang li cemaweriyê kir û xwest bi hestiyarî nêzîk bibin û li girtiyên nexweş xwedî derkevin. Prz. Tuncer, anî ziman ku girtiyên nexweyiyên giran ên fîzîkî û ruhî ji bo bên dermankirin li Tirkiye 5 girtîgehên cuda yên Tîpa R hene û wiha got: "Girtîgehên Tîpa R a Metris û Menemenê qaşo ji bo girtiyên nexweşiya giran hatine sazkirin. Lê mirov nikare bêje şert û mercên ji bo girtiyên nexweşiya giran hatiye avakirin. Her çend girtîgehên Tîpa R  ji bo girtiyên nexweş hatibin avakirin jî şert û merc ne guncav in û ev yek ji bo girtiyan vegeriya ye cihê êş û îşkenceyê. Pêkanînên li Girtîgeha Tîpa R a Metrisê li dijî mirovahiyê ye. Bi taybetî ji bo girtiyên nexweş rewş pir xerab e.    GIRTIYÊN NEXWEŞ Û FELÇ, BI XWE XIZMETA HEV DIKIN   Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran du hucreyên yek kesî te tên girtin. Girtî neçar in tevî wî halê xwe yên nexweş xizmeta hev bikin. Personelên girtîgehê bi girtiyên nexweş û pêdiviya wan bi alîkariyê heye eleqeder nabin. Di pêvajoya Saziya Tipa Edlî ya sewqê de pirsgirêk heye. Girtiyê nexweş Abdullah Turan, ji navê û berjêr felç e. Serdal Yildirim felç e. Ergin Aktaş destê wî ji zendê de tune ye. Lê ev 3 girtî neçarin bi xwe xizmeta hev bikin."    HUCRE PIR PÎS IN CILŞO XERABE YE   Tuncer, destnîşan kir ku girtiyên nexweş di nava şert û mercên pir gemarî de dijîn û wiha got: "Ev 3 girtiyên nexweş di nava şert û mercên pir qirêj de dijîn. Li girtîgehê cilşo xerabe ye. Bi xwe cilên xwe û nevresîmên xwe dişon.  Aktaş, di teştê de bi piyan cilan dişo. Serdal Yildirim jî bi destan cilan dişo û digivêşe. Xwarina girtîgehê pir xerab e û nayê xwarin. Hem bi xwe cilên xwe dişon û hem jî bi xwe tuwaletên hucreyê dişon.    Abdullah Turan ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû grevê jî piştî grevê 2 meh şûnde travmaya mejî derbas kiriye. 50 rojan li nexweşxaneyê ma. Girtî li nexweşxaneyê rastî muameleya xerab tên. Li girtîgeha Tîpa R a Metrisê jî xizmeta pêwist nayê kirin û girtî di şertên xerab de dijîn."    ‘GIRTÎ TERKÎ MIRINÊ KIRINE'    Tuncer, da zanîn ku rewşa Ergin Aktaş, Serdal Yıldırım û Abdullah Turan her diçe xerab dibe û got: "Girtî terkî mirinê kirine. Di nava şertên li dijî mirovahiyê de dijîn. Terkî mirinê hatine kirin. Ger ku neyên dermankirin û xizmeta wan neyê kirin rewşa wan xerab e."    MA / Erdogan Alayumat