ROJEVA 23'Ê ÎLONA 2019'AN 2019-09-23 09:00:07 * Danişîna doza rojnameger û nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Ziya Ataman wê di 24'ê Îlonê de bê dîtin. Beriya danişîna doza Ataman, rojnamegeran bang li hemû rojnameger û sendikayên rojnamegeran kir û xwestin bibin dengê Ziya Ataman û Ataman serbest bê berdan. * Komeleya Lêkolînên Kurdî, dest bi qeydên serdema payiza 2019'an kir. Komele wê bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Kurmançkî yên Kurdî perwerde bide şagirtên xwe.    * Çotkarên pembû yên li navçeya Milasê ya Muglayê pembû diçînin, diyar kirin ku lêçûna wan ji hatina wan zêdetir e û nikarin êdî çandiniyê bikin. Çotkarê pembû Yilmaz Uyanik, anî ziman ku her diçe buhayê mazot, gabre, av, ceyran û îlacan zêde dibe û buhayê pembû jî her diçe erzan dibe.    * Girtiyên nexweşiyên giran Abdullah Turan, Serdal Yildirim û Ergîn Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa R a Metrisê girtî nin terkî mirinê hatine kirin. Parêzer Gulizar Tuncer ku hefteya borî bi girtiyan re hevdîtin kir, diyar kir ku rewşa girtiyan pir xerab e û terkî mirinê hatine kirin.    * Serokê Vakfa Baran Tursun Mehmet Tursun, diyar kir ku polîsan di 13 salên dawî de bi hinceta li hişyariya "Raweste" guhdar nekirine 395 kes kuştine û wiha got: “Em ê bêjin 'We çima zarokên me kuştin? û emê li 'Edaletê' bigerin."   * Pîlewer/ Qilêkerê li Navçeya Gêlê ya Amedê dijî û karê qilê dike Şukru Çoktan, diyar kir ku êdî kes naxwaze fêrî vî pîşeyî bibe û wiha got: "Ger ku ez bimirim ev pîşe jî wê bi min re bimire."    * Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Edeneyê Prz. Îlhan Ongor, diyar kir ku Belgeya Stratejî û Reforma Darazê ji bendewariyên wan re nebûye bersîv û birîna wan derman nekiriye. Ongor, anî ziman ku îro li Tirkiye bi hezaran welatî ji ber fikrên xwe girtî tên darizandin.     * Parêzerên Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş wê li pêş Avahiya Xizmeta Edlî ya Baroya Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (10.30)    * Rêxistina HDP'ê dê di roja 36'an de çalakiyên Nobeta Demokrasiyê yên li dijî tayînkirina qeyûm ên Wan, Mêrdîn û Wanê li nokteyên her roj berdewam bike. (11.00-13.00)   * Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven wê li Gimgimê HDP'ê û rêxistinên civakî ziyaret bike. Piştre wê derbasî Agirî bibe û li Agiriyê HDP'ê ziyaret bike. (11.00-15.00)