Li Cizîrê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek vekirin 2019-09-23 07:46:25 ŞIRNEX - Li Cizîrê bi armanca li ser ziman, çand û wêjeyê perwerde bidin, bi şahiyek muzîkê Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek vekirin    Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi armanca li ser ziman, çand û wêjeyê perwerde bidin, bi şahiyek muzîkê û bi tevlêbûna endam, rêveber û parlamenterên HDP'ê û nûnerên rêxistinên demokratik Komeleya Çand û Ziman a Birca Belek vekirin. Di şahiya vekirina komeleyê de nivîskar Bahattin Robar, bal kişand ser xebatên ziman û wêjeya Kurdî û got: "Ziman rûmeta gelekî ye. Ger ku em zimanê xwe ji bîr bikin û li zimanê xwe xwedî dernekevin emê rûmeta xwe jî terk bikin."    Parlamenterê HDP’ê Kaçmaz jî bal kişand ser girîngiya ziman û got: “Divê her kes li zimanê xwe xwedî derkevin û biparêzin. Tenê bi xwedîderketina saziyan têr nake. Divê her kes rola xwe ya ji bo parastina ziman pêk bîne. Zimanek hebûna gelekî ye. Ger ku em zimanê xwe neparêzin em ê çand û dîroka xwe ji bîr bikin."    Rêveberê Komeleyê Sabrî Çatıkkaş jî li ser girîngî, wate û rola komeleyê axivî û xwest her kes ziman biparêzin û pêş bixin.    Di şahiya vekirina komeleyê de dengbêjên Herêma Botanê stran strîn.