DTSO ji bo bermahiyên Zerevanê ronî bikin wê dest bi xebatan bikin 2019-09-22 17:46:35   AMED - DTSO'yê ji bo wate û girîniya dîroka Keleha Zerzevanê ronî bikin keleh ziyaret kirin. Serokê Odeyê Mehmet Kaya, diyar kir ku cihên wisa şahidên dîrokê ye û ji bo bermayîyên Zerzevanê ronî bikin wê têkevin nava hewldanan.    Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO), ji bo ku balê bikşîne ser turîzma Amedê Keleha Zerzevan a li Gundê Xanikê ya Çinara Amedê ziyaret kir.  Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya, Meclîsa DTSO'yê, endam û rêveberên DTSO'yê tev li ziyaretê bûn. Karsaz piştî li kelehê geriyan der barê kelehê de agahî dan. Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya, bal kişand ser cihên dîrokî û wiha axivî: "Em weke Amedî û Mêrdîniyan peywîra me ewe ku cihên wisa dîrokî ji cîhanê re vebejin. Ji bo welatiyên cihanê bên vir bibinin divê em baş bidin naskirin. Ji ber wê yekê divê di serî de gelê me yê herêmê were vê derê ziyaret bikin. Turîzm, tesîsa sanayiyê ya bê bace ye. Ji ber ku em qala bajarên 10 hezar salan dikin. Em qala erdnîgariya ji dehan şaristaniyan re malovanî kirî dikin. Peywîra me ewe ku li van deran xwedî derkevin. Ji bo em bi lez bermayîyên Zerzevanê ronî bikin em ê bikevin nava hewildanan."     Kaya, destnîşan kir ku ji bo Keleha Zerzevanê ku dîroka miraovahiyê nişanî wan dide bidin naskirin wê bi her awayî piştevaniyê bikin.   Serokê Meclîsa DTSO'yê Celalettin Bîrtane jî diyar kir ku wek DTSO biryara gerê danine pêş xwe û wiha axivî: "Me got di sînoren Amedê de çiqas warên dîrokî, xwezayî hene em ê wek DTSO li tevan bigerin û em hatin Keleha Zerzevanê."    Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê yê Beşa Arkeolojiyê û Serokê Kolana Keleha Zerzevanê Doç. Dr. Aytaç Coşkun ji bo seredana DTSO'yê spasiyên xwe pêşkêş kirin û got: "Piştevaniya odeyê ji bo ku karê me zûtir pêk were girîng e."   Karsazên DTSO'yê pişt re vegeriyan Amedê.