‘Cihê çareseriyê Îmralî ye’ 2019-09-22 16:00:53   STENBOL - Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek di 1’emîn Kongreya Awarte ya TUHAY- DER’ê de axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dike. Çîçek, di heman demê de, da zanîn ku cihê çareseriyê Îmralî ye.    Komeleya Piştevaniya Malbatên Hikumxwar û Girtiyan (TÛHAY-DER), bi şîara “Em ê bibin dengê berxwedana zindanan a li derve” 1’emîn Kongreya xwe ya Awarte li dar xist. Kongre, li Avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bagcilarê, hat lidarxistin. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek, rêvber û endamên bajêr û navçeyan, endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û nûnerên gelek sazî û dezgehan beşdarî kongreyê bûn. Pankarta “Di sosyalîzmê de israr, di mirovbûyînê de israr e” bi salona kongrevê hat kirin.    ‘GIRTÎGEHA WARÊ BERXWEDANÊ YE’   Heverokê HDP’ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek piştî hilbijartina dîwanê axaftina vekirinê ya kongreyê kir. Çîçek, bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dewam dike û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de kêmasiyên me yên têkoşînê çêbûn. Bi vê yekê re serkeftinên me jî çêbûn. Jiyan polîtîke û divê em rêxistinbûyîna xwe ya polîtîk pêş bixin ku em teqez qezenc bikin.”    ‘CIHÊ ÇARESERIYÊ ÎMRALIYE’   Çîçek, têkildarî pirsgirêka kurd jî axivî û wiha got: “Polîtîkayên li ser Birêz Ocalan dewam dikin, îro belavî tevahiya welat bûye. Cihê çareseriyê jî Îmraliye. Yên ku deriyên Îmraliyê girtine, wisan difikirin ku wê me teslîm bigirin. Lê emê têkoşîna xwe mezintir bikin û emê qezenc bikin.”    ‘DIVÊ EM HÎN ZÊDETIR YEK BIN’   Parlameterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyûz piştî axaftina Çîçek axivî diyar kir ku girtîgeha neynika Tirkiyeyê ne. Îpekyûz, da zanîn ku ewê tu carî dest ji piştevaniya malbatên zarokên wan girtîne bernedin û wiha got: “Heta bêje zarokan ji malbatên wan dûr dixin û dişînin girtîgehên herî dûr. Gelo sedema vê yekê çiye? Lê ew çi bikin bila bikin, wê nekarin dayikan ji zarokan wan dûr bixin. Em baş dizanîn ku dayikên me li ber girtîgehan rastî kîşan zorî û zehmetiyan tên. Divê em jî vê rastiyê li ber çavan bigirin û wisan tevbigerin.”   DEMÎRTAŞ: TÊKOŞÎNA WE HÊZÊ DIDE ME    Dûre nameya Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a ji Girtîgeha Edîrne şand, hat xwendin. Demîrtaş di nameya şand de wiha got: “Têkoşîna we ya li derve moral û hêzê dide me. Ev roj wê derbas bibin û bêguman emê di rojên azad de dîsan bên gel hev. A girîng ew ku em çiqas ji bo rojên azad têdikoşin.  Hûn beşa herî bi nirx a vê têkoşînê bi rêve dibin. Ez hêvîdarim ku kongreya we bi serkeftî derbas bibe û em silavên xwe yên grim dişînin.”    Piştî xwendina nameya Demîrtaş, rapora faaliyet û aboriyê hat xwendin. Dûre jî rêveberiya nû ya komeleyê hat hilbijartin.