Nobeta Demokrasiyê li Amedê di roja 35’an de berdewam kir 2019-09-22 15:35:16 AMED – Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman li Amedê di roja 35'an de berdewam kir. Hevserokê Şaxa 1'emîn a Egîtîm Sen'a Amedê Abbas Şahin diyar kir ku di tariyê de çirûska ronahiyê xuya dibe û wiha got: "Hûn çiqas bixwazin rojevê aloz bikin jî hilweşîna we dest pê kiriye êdî."  Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman ên bajarên Wan, Mêrdîn û Amedê di roja 35'an de berdewam kir.  Li Amedê jî dîsa girseya ku di navde parlamenter, rêveber û endamên meclisa Şaredariyê yên HDP'î û nûnerên rêxistinên demokratîk û sivîl hebûn; li Kolana Lîse ya Amedê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê Mahmut Togrul, diyar kir ku hikûmet her tiştî aloz dike û dixwaze her tiştî aloz û tarî bike. Togrul, bal kişand ser biryara dadgehê ya li dijî Figen Yuksekdag û Selehattîn Demîrtaş û wiha got: "Fîgen Yuksekdag, Selehattîn Demîrtaş, Îdris Baluken, Gultan Kışanak, Çaglar Demirel, Sabahat Tuncel, Selma Irmak û hemû siyasetmedarên girtî rûmeta me ne. Ew vîna gel in.'    ŞAHÎN: HILWEŞÎNA AKP'ê DEST PÊ KIRIYE   Hevserokê Şaxa 1'emîn a Egîtîm Sen'a Amedê Abbas Şahin diyar kir ku di tariyê de çirûska ronahiyê xuya dibe û wiha got: "Hûn çiqas bixwazin rojevê aloz bikin jî hilweşîna we dest pê kiriye êdî. Îktidara AKP'ê ji roja hatiye îktîdarê heta niha hemû çavkaniyên dewletê xistine xizmeta xwe. Tevî hemû çavkaniyên dewletê xistine xizmeta xwe jî di hilbijartina 31'ê Adarê de vîna gel bi ser ket. Di AKP'ê de pêvajoya hilweşînê dest pê kiriye. Ji bo têkçûna xwe ji rojevê derxe rojevê aloz dike û mijarên cuda derdixe pêş. Lê ew çi bike jî nikare êdî xwe rizgar bike."   Nobet, bi rûniştina 10 deqîqayan bi dawî bû.