Bi nivîsên li ser dîwaran bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan 2019-09-22 12:54:44 MÊRDÎN - Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê ya Mêrdînê, li dijî tayînkirina qeyûman û qirkirina jinan li navçeyan û navenda bajêr li ser dîwaran nivîs nivîsandin.  Meclisa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê, li dijî tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên HDP'ê û qirkirina jinan li navçe û navenda Mêrdînê bi aramanca şermezarkirinê nivîs nivîsandin. Jinên bi dirûşmeyên "Ji girtiyên siyasî re azadî", "Jin jiyane jiyanê nekuje", "Bêdeng nemîne û nebe hevkarê sûc", "Qeyûm darbe ye" û "Ji bilî me tu kes bi ser nekeve" yên nivîsandin banga hestiyariyê kirin.