Doza rojnameger Ataman ê bi muebeta giran tê darizandin bi dawî dibe 2019-09-22 10:40:02   ŞIRNEX - Doza rojnameger Ziya Ataman ê li girtîgehê rûviyên wî iflas kirin û 20 kesên bi wî re tên darizandin bi dawî dibe. Ligel ku şahidan gotin ku wan dibin îşkenceyê de îfade dane jî, Ataman nayê berdan û cezayê muebeta giran jê re tê xwestin.    Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi Biryarnameya Hukmê Qanûnê (KHK) hat girtin Ziya Ataman ê ji 11’ê Nîsana 2016’an ve girtiye wê di 24'ê Îlonê de  li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê derkevin pêşberî dadgehê. Doza Rojnameger Ataman ê bi 10 jê girtî 20 kesan re tê darizandin, bi dawî dibe. Parêzer û girtî wê sibe di danişîna bê dîtin de li dijî mutalaaya dozger parastinê bikin.    DIBIN ÎŞKENCEYÊ DE ÎFADE DAN   Di doza ev 3 salin dewam dike de, hemû şahidan diyar kiribûn ku dibin îşkencê de îfade dane û îfadeyên di girtekan de bi darê zorê îmze kirine. Lê ligel vê yekê jî Ataman nayê berdan. Di danişîna herî dawî de, şahid Ûgûr Eyînç ê heya niha ji ber îftirafkariyê 22 caran lêpirsîn derbarê wî de hat vekirin, diyar kiribû ku ji ber xwendin û nivîsandina wî tuneye, di dema lêpirsînê de beyî ku îfedayan bixwîne îmze kirine. Şahid Aytaş Yalman jî, gotibû ku "Bêyî ku îfadeyan bidin xwendin, bi me dan îmze kirin. Polîsê Hêzên Taybet bi qontaxa çekê li serê min xist."   ‘DERBARÊ ATAMAN DE TU DELÎL TUNEYE'   Parêzerên dosyayê, diyar kiribûn ku di dosyeyê de kesan mexdur weke bersûc tên darizandin. Ji parêzserê Ataman Bariş Oflas, anî ziman ku muwekîlê wî bi du îdîayan tê sûcdar kirin. Oflas, da zanîn ku ev her du sûcdarî jî bê bingehin.    DOZGER JI HEMU MADEYAN CEZA XWEST    Dozger 47 rûpel mutalA pêşkêşî dadgehê kir û xwest Ataman jî di nav de, hemû girtiyên tên darizandin bi îdîaya “Hevgirtina welat û yekitiya dewletê xerab kirin”, “Pewyirdarên cemawerî kuştin”, “Bi teqemenî zirar dayîna malê cemawerî” û “Dinava xebatên rêxistinê de, madeyên teqemenî bi kar anîn” bên ceza kirin. Dozger di heman demê de ji hemû madeyan xwest Ataman bê cezakirin.