Li Girtîgeha Turkoglu pêkanînên 12’ê Îlonê: Sirûda Îstîklalê ferzî girtiyan dikin 2019-09-22 10:11:13 MÊRDÎN - Serhat Yildirim ê li Girtîgeha Turkoglu ya Mereşê girtiye, diyar kir ku li girtîgehê hejmara li ser piyan û Sirûda Îstîklalê ferzî wan dikin.    Serhat Yildirim ê li Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê girtiye, berî 2 mehan bêyî daxwaza xwe ji Girtîgeha Hejmara 1 a Tîpa T a Tarsûsê sewqî Girtîgeha Turkoglu ya Merêşê dikin. Bavê Serhat Yildirim Hamdullah Yildirim ê di 16’ê Îlonê de çûbû hevdîtina kurê xwe, derbarê tundiya li girtiyan tê kirin de ev agahî dan.    TUNDIYA DERÛNΠ   Yildirim, diyar kir ku hevdîtina girtî bi kurê xwe re kir û wiha axivî: “Kurê min ji min re got, ‘gardiyan li qawîşan û di korîdoran de tim tundiyê li me dikin. Gardiyenên dikevin qawîşan hejmara li ser piyan û xwendina Sirûda Îstîklalê ferqî me dikin. Her komeke gardiyenan, bi nêzîkatiyên polîtîk ên cuda nêzî girtiyên siyasî dibin. Li ser derûniya girtiyên siyasî êrîş henen.’”   'MEREŞ CUDA YE’   Bav Yildirim, anî ziman ku bi nêzîkatiyên dijminane nêzî malbatên girtiyan dibin û wiha bilêv kir: “Heya ku malbat dikevin salona hevdîtinê di 2 û 3 lêgerînan re derbas dikin. Ligel lêgerînê heqaretan li malbatan dikin. Min 12’ê Îlonê jî dît, lê ne weke zilam Mereşê bû. Di 2 hevdîtinên vekerî yên herî dawî de, berî hevdîtinê tundiyê li girtiyan dikin. Girtiyan ji me re ne gotin, lê dema ji korîdorê dihatin me dengê wan bihîst. Dema girtî hatin jî şopên derbê hebûn. Êdî wisan bûye, di dema hevdîtinê de êrîşî malbatan jî dikin. Yên ku li dijî êrîşan derdikevin jî, hevdîtina wan a vekirî betal dikin.”   BANGA HESTIYARIYÊ   Yildirim, dest nîşan kir ku ji roja çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bûye ve, girtî nayin derman kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kurê min û hevalên wî piştî greva birçîbûnê derman nekirin. Mafê wan ên tenduristiyê xesp dikin. Ez bang li hemû partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dikim ku bi hestiyarî tevbigerin.”