Gulum: Tu rewabûneke hikûmetê nemaye 2019-09-22 09:04:27   STENBOL – Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, girtina hevşaredarên Pasûr û Qereyaziyê û tayînkirina qeyûman rexne kir û got, tu rewabûneke hikûmetê nemaye.     Piştî şaredariya bajarê mezin a Amed, Wan û Mêrdînê, hevşaredarên Pasûr û hevşaredara Qereyaziyê hatin girtin û paşê qeyûm tayînî her du şaredariyan jî hat kirin. Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, tayînkirina qeyûman û girtina hevşaredaran rexne kir û got, tu rewabûneke hikûmetê nemaye.    'TU REWABÛNEKE HIKÛMEYÊ NEMA'    Gulum, bilêv kir ku hikûmet ji bo tayînkirina qeyûman rewa bike hin hincetên hiqûqî daye ber civakê, lê belê bi ser neketiye û got: "«iştî qeyûm tayînî sê şaredariyên mezin hatin kirin, bertekên mezin hatin nîşandan. Civak, gelê kurd, gelên Tirkiyeyê ev yek qebûl nekir. Li kuçe û kolanan, di civîn û xwepêşandanan de nîşandan ku qeyûman qebûl nakin." Gulum, bilêv kir ku piştî îktîdar di hilbijartina 31'ê Adarê de Stenbolê winda kir, êdî ev yek qebûl nekir û tayînkirina qeyûman jî nîşaneya vê yekê ye.    Gulum, diyar kir ku piştî hilbijartina Stenbolê hat betalkirin, li Tirkiyeyê bi awayekî xwezayî tifaqeke demokrasiyê çê bûye û got: "Îktîdar, bi polîtîkayên xwe rewabûna xwe winda kir. Paşê xwest rewabûna HDP'ê bibe ber pirsan. Tim bi rê û rêbazên cuda berê xwe dide partiya me."    ‘DERKET HOLÊ KU TU ELEQEYA HEVŞAREDARÊN ME BI TEQÎNÊ TUNE YE'    Gulum, destnîşan kir ku ew tayînkirina qeyûman a ji bo Şaredariya Pasûrê qebûl nakin û got, didema îfadegirtinê de ji hevşaredaran axaftinên wan î di dema Newroza 2015'an de hatiye pirsîn. Gulum, got: "Di demên dawî de nîşan didin ku wekî têkiliya şaredariyên HDP'î, nexasim jî hevşaredarên wê bi hin bûyeran re hebe tev digerin. Meseleya li Pasûrê jî meseleyeke bi vî rengî ye. Belê, li wir bûyereke nexweş qewimî. Lê tu eleqeya hevşaredarên û û şaredariya me bi wê bûyerê re tune ye. Ji xwe ev di dosyeyên lêpirsînê de jî diyar e."   Her wiha Gulum bal kişand ser girtina Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû û tayînkirina qeyûm jî û got, tayînkirina qeyûm bêhiqûqîtî ye û derî ehlaqê ye. Gulum, got: "Niha daraz bûye amûreke îktîarê ku tê xwestin civak pê bê ceakirin û bêdengkirin. Bûye çoyê îktîdarê."