'Eger dayik doza zarokên xwe dikin, navnîşan deriyê Qesrê û Erdogan e' 2019-09-22 09:02:47   WAN - Waniyan destnîşan kir ku AKP, hest û hîsên dayikên li ber avahiya HDP'a Amedê rûniştine îstismar dike û gotin: "Zilma ku îktîdar li Dayikên Şemiyê û Dayikên Kitanspî dike li ber çava ye. Eger bi rastî jî dayik doza zarokên xwe dikin, navnîşan diyar e, bila biçin ber deriyê Qesrê û AKP'ê."    Çalakiya rûniştinê ya hin dayikên ku dibêjin zarokên wan hatine revandin û wan birine çiyê, ji 3'yê Îlonê ve li ber avahiya HDP'a Amedê didome. Waniyan, destnîşan kir ku îktîdar hest û hîsên dayikên li wir îstismar dike û gotin, eger dayik zarokên xwe dixwazin, navnîşan diyar e; ber deriyê Qesrê û Erdogan e.    Haşîm Çakin, dayikên leşker û polîsên girtî yên dixwazin li ber deriyê AKP'ê çalakiya rûniştinê û binçavkirina wan bi bîr xist û got: "Lê dayikên li ber avahiya HDP'ê, tevî parlementer û wezîran rûdinên. Aşkere ye ku çi dek û dolan tên kirinç Li ber avahiya HDP'ê, bi destê îktîdarê siyaseteke çêkirî tê kirin û ji roja ewil ve hest û hîsên dayikan tên îstismarkirin. Dayikên Şemiyê û Dayikên Kitanspî, ji bo dayik negirîn tev geriyan, lê belê zilam ku îktîdar li wan dike li ber çava ye. Em baş dizanin bê ev îktîdar li mîtînga çawa dayikan dide hûhakirin. Ma zarokên wan dayikan jî tune ne? Cenazeyên zarokên wan jî tunene, êşa van dayikan bi xwe jî bêxwedî ma. Her wiha dayikên ku li Çorlûyê di qezaya trênê de jiyana xwe ji dest dan û doza edaletê kirin, bi çi re rû bi rû man? Kes behsa van dayikan nake."    'AKP, HEST Û HÎSÊN DAYIKAN ÎSTISMAR DIKE'    Dilovan Denîz jî, anî ziman ku piştî qeyûm tayînî şaredariya bajarê mezin a Amed, Wan û Mêrdînê hatiye kirin dayik li ber avahiya HDP'ê rûniştine û got, ev ne tiştekî tesadufî ye. Denîz, got: "AKP, bi êşa dayikan jî nizane. Madem ji bo dayikan hesas in, nexwe ew zilma li Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê dikin çî ye? Eger ji bo hikûmetê hêstirên dayikekê ev qas girîng in, nexwe divê welatekî wisa biafirînin ku ciwan nemirin. Çi kurd çi tirk, çima ciwanan ber bi mirinê ve dişînin? Pêşî divê vê yekê rave bikin. AKP, hest û hîsên dayikan îstismar dike û wekî bêsûc be xwe dide nîşandan. Dayik ne di xema dewletê de ne. Eger di xema wê de bûna, pêşî wê xwedî li pêvajoya çareseriyê derketana."    'HDP, KESÎ NAŞÎNE ÇIYÊ'    Amîne Atabak jî got: "Kes zarokên tu kesî bi zorê nabe çiyê. HDP, kesî naşîne çiyê. Bila êdî HDP'ê tawanbar nekin. Eger aştî çê bibe wê zarok werin malên xwe. Hêvîdar im aştiyek çê bibe."    Ahmet Çekirdag jî got: "Pêşî divê ev pirs bê bersivandin, 'Çima ev zarok diçin çiyê?' Ev dayik bi salan e digirîn. Tenê rêyeke heye ew jî aştî ye."    'MUXATAB DEWLET E'    Bedîr Çayci jî got: "Divê êdî dayik neyên îstismarkirin. Ji bo dayik hew bigirîn, pêdivî bi pêvajoyeke çareseriyê heye. Ji bo vê jî muxatabê sereke dewlet e, ne HDP ye. Bi ya min divê pêvajoyeke bi vî rengî dest pê bike."    Riza Aslan, anî ziman ku ji bo zarok werin malên xw etenê rêyeke ew jî çareserkirina pirsgirêka kurd e û got: "Divê dayikên niha li ber avahiya HDP'a bajêr rûniştine berbayî polîtîkayên qirêj neyên kirinç Divê aştiyek çê bibe."