'Dizê paraşûtan' dîsa kirin serokê daîreya ciwanan 2019-09-21 09:07:16 MÊRDÎN - Bûrak Bahadir Tûzlû, ku gava di 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin û qeyûm ew xistibû Serokê Daîreya Xizmetên Ciwana, piştî şaredarî ket destê HDP'ê paraşûtên berwara yên şaredariyê bi xwe re biribû û neanîbû. Piştî qeyûm dîsa tayînî şaredariyê hat kirin, qeyûm dîsa Tûzlû kir Serokê Daîreya Xizmetên Ciwana.    Di sala 2016'an de gava qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû irin, qeyûm Mûstafa Yaman Bûrak Bahadir Tûzlû kiribû Serokê Daîreya Xizmetên Ciwana. Lê belê piştî di hilbijartina 31'ê Adarê de şaredarî ket destê HDP'ê, Tûzlû ji peywirê hatibû girtin û di lêkolînên hatibûn kirin de derketibû holê ku Tûzlû 5 paraşûtên berwara ên şaredariyê bi xwe re biriye. Her çi qas şaredariyê doza paraşûtan kir jî, lê Tûzlû paraşût neanîbûn. Lê belê piştî di 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm dîsa tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, qeyûm Mûstafa Yaman dîsa Tûzlû kir Serokê Daîreya Xizmetên Ciwana.    Her wiha wekî Tûzlû, Mehtap Bîngul a ku li Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan hatibû bicihkirin jî ji bo di bin banê şaredariyê de ji bo "xizmetê" hin daîr û dikan kirê kiribûn, lê derketibû holê daîre û dikanên hatine kirêkirin ên xwişka wê ne.