Dozgerê Elçi ‘terorîst’ îlan kir, got ‘şaşiyeke madî’ ye 2017-11-29 09:48:13 AMED – Dozgerê ku ji bo wêneyê aîdî merasîma cenazeyê Tahir Elçî gotibû “Wêneyekî aîdî cenazeyê pêgirê rêxistina terorî”, li ser daxwaza dadgehê gotinên xwe îzah kir. Dozger diyar kir ku ew îfade “di encama şaşiyeke madî bi şaşî hatine nivîsandin” û xwest dadgeh vê yekê esas negire.  Di merasîma cenazeyê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de, li bin wêneyê Tahir Elçî yê li ser “Em ne di şînê de ne, di îsyanê de ne” nivîsandî bû. Ji ber ev wêne parve kiribû doz li welatiyê bi navê Berat Baran hatibû vekirin. Di doza hat vekirin de geşedanên nû xwe dan der.    Dozger di îdianameyê de ji bo vî wêneyê di merasîma cenazeyê Elçî de wiha gotibû: “Wêneyekî aîdî cenazeyê pêgirê rêxistina terorî.” Ev dosye ji aliyê ajansa me ve hatibû aşkerekirin û di raya giştî de bûbû cihê bertekan. Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê ku li dosyeyê dinere, nivîsek ji dozgerê ku îdianame amade kir re şand. Di nivîsê de hat diyarkirin ew daxuyanî û tawanbariyên di îdianameyê de ji bo wêneyê merasîma cenazeyê Elçî de hatine bikaranîn divê bên îzahkirin û ji dozger hat xwestin ku bi awayekî berfireh agahiyan bide.    DOZGER: ŞAŞIYEKE MADÎ YE   Li ser vê dozger nivîseke ku di wesfê bersivê de ye ji Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê re şand û îdia kir ku ew nirxandina der barê wêneyê aîdî merasîma cenazeyê Tahir Elçî de “di encama şaşiyeke madî de bi şaşî hatiye nivîsandin” û xwest di dema darizandinê de ev beş esas neyê girtin.    MA / Denîz Tekîn