Daxwaza dayikeke 87 salî: Berî bimirim dixwazim kurê xwe bibînim 2019-09-21 09:05:59 STENBOL - Cahîde Kaplan a 87 salî, bilêv kir ku kurê wê girtiyê nexweş Mehmet Baki Kaplan nayê berdan û got: "Dixwazim berî bimirim kurê xwe bibînim."  Li girtîgehan her diçe hejmara girtiyên nexweş ku nikarin bi tena serê xwe bijîn zêde dibin. Yek ji van girtiyan jî Mehmet Bakî Kaplan ê 63 salî ye. Kaplan, 26 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Jimare 1 a Maltepeyê de ye. Nexweşîna epîlepsiyê lê peyda bûye, masûlkeyên lingên wî xira bûne, diwerimin û ji ber vê xweşikî nikare bimeşe. Her diçe rewşa Kaplan xirabtir dibe. Malbata wî xwest rojek berî rojekê kurê wan bê berdan.    TU DELÎL TUNE BÛNE   Dayika wî Cahîde Kaplan a 87 salî, anî ziman ku kurê wê ji sala 1993'yan heta niha belaheq belsebeb di girtîgehê de ye û cezayê muebetê lê hatiye birîn. Kaplan, got: "Em di halê xwe de bûn. Rojekê me xaniyê xwe yê nû siwax dikir. Bêyî hayê me ji tiştekî heme ji nişka ve leşkeran mal dorpêç kir. Di mala me de delîlekî ku bibe sûc tune bû. Hatin wî birin. Di dadgehê de kurê min got, tiştên pê tê tawanbarkirin di bin îşkenceyê de pê dane îmzekirin. Lê ne dadger ne jî dozgeran guh lê nekir. Kurê min jî nizane bi çi tê tawanbarkirin."    ‘BERÎ BIMIRIM DIXWAZIM WÎ BIBÎNIM'    Dayik Kaplan, destnîşan kir ku kurê wê nexweş e û nexweşîna wî jî giran e. Kaplan, got: "Di dema hevdîtinan de wî bi sandalyeyê tînin. Lingê wî erdê angirin, newqa wî diêşe. Berî ev mirov bimirin bila bên berdan. Em tenê vê dixwazin. Em dixwazin serî li ATK'ê bidin, lê nahêlin. Mafê wî yê tedawîkirinê hatiye binpêkirin."    Kaplan, da zanîn ku neviyê wê li girtîgehê geriyaye û xwestiye hay ji rewşa tenduristya bavê xwe çê bibe, lê belê girtîgehê jê re gotiye: "Bavê te ji qesda wisa dike." Kaplan, got: "Kurê min nikare bimeşe. Min bi çavê serê xwe dîtiye. 26 sal in girtiye. Ma wê çima ji qesda wisa bike? Ji ber nexweşînan kurê min di warê zihnî, bedenî û ruhî de mahf bûye. Niah her çend hişê wî ne li sera ye jî wî bernadin."    'RÛMETA MIROVAHIYÊ TÊ BINPÊKIRIN'   Kaplan, destnîşan kir ku dadgehê leşkerî ceza li kurê wê birîne û got: "Me serî li Wezareta Dadê da lê serlêdana me qebûl nekirin. Tu esl û feslê cezayê hatiye birîn tune ye. Li mala me tiştekî rêxistinê tune bû, ji xwe tu delîlên dewletê jî tune ne. Rûmeta mirovahiyê hatiye binpêkirin." Herî dawî dayik Kaplan got: "Berî bimirim dixwazim kurê xwe bibînim."    MA / Mehmet Halit Çetinbaş