Dayik: 6-7 gardiyanan bi hev re li kurê min xistin 2019-09-21 09:04:46 AMED -  Dayika girtiyê li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê Ozgur Sevîm, Behiye Sevîm diyar kir ku kurê wê 9’ê Îlonê ji bo dadgehê anîne Girtîgeha Xarpêtê û got: “Li wir ji kurê min re gotin xwe tazî bike. Kurê min jî got 'ez xwe tazî nakim.' 6-7 gardiyanan bi hevre li kurê min xistin û ew avêtine hucreyê.” Ozgur Sevîm, di 27 Gulana 2016’an de di pêvajoya xweseriya cewherî de li Navçeya Nîsêbîna Mêrdînê di nava 12 zarok û 42 kesan de hatibû girtin. 3 sal û 4 meh in girtî ye. Dayika girtiyê li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê Ozgur Sevîm, Behiye Sevîm, di 18'ê Îlonê de li Girtîgeha Mêrdînê bi kurê xwe re hevdîtin kir. Piştî bi kurê xwe re hevdîtin kir, bal kişand ser zextên li ser girtiyan. Dayik Sevîm diyar kir ku gardiyanên Gîrtîgeha Beşîkduzuyê her roj li girtiyan dixin û wiha got: “Lawê min got 'her roj li me dixin, bi hesinan li deriyê me dixin. Ji me re dibên em ê we bikujin. Ewlehiya me tune. Em ji hev qetandine. Rayedarên girtîgehê dibêjin hûn serî li Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) jî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) jî bidin. Em ê wisa li we bikin, em ê we bikujin.' Her roj gefan li wan dixwin.”   ‘EWLEHIYA WAN TUNE YE’   Dayik Sevîm, destnîşan kir ku ji ber ku kurê wê pirtûk nivîsandiye sê roja rayedaran bang li wî kirine û bi wî re hevdîtin kirine û jêre gotine "Em ê te bikujin." Dayik Sevîm, bibîr xist ku kurê wê 9’ê Îlonê de ji bo dadgehê anîne Girtîgeha Xarpêtê û wiha axivî: “Li wir ji kurê min re gotine xwe tazî bike. Kurê min jî gotiye ez xwe tazî nakim. 6-7 gardiyanan bi hevre li kurê min xistine. Piştre ew avêtine hucreyê. 10'ê Îlonê jî ew birine Mêrdînê. Kurê min got 'Ne ewlehiya min û ne jî ya hevalên li Elezîzê heye.' Li Xarpêtê ewlehiya girtiyên siyasî tune ye."    DU KURÊN WÊ GIRTÎ NE   Sevîm, anî ziman ku kuirê xwe ji dewletê dixwaze û wiha dirêj kir: “Êdî bes e. Ez naxwazim kurê min û hevalên wî li Girtîgeha Elezîz, Trabzon, Tokat, Rîze bimînin. Li tevan îşkence dikin. Ez bang li Wezareta Dadê dikim. Em jî mirov in.” Dayik Sevîm destnîşan kir ku du kurê wê girtî ne û wiha berdewam kir: “Ez duh çûm Mêrdînê, îro diçim Amedê. Rojê diçim girtîgehekê. Ma çi mafê wan heye vê zilmê li me bikin?"    ‘DESTÊ XWE DÎNIN SER WIJDANÊ XWE’   Sevîm, bibîrxist ku kurê wê di 3'yê Cotmehê de li Mêrdînê dîsa danişîna wî heye û got: “Bila herkes destê xwe bidin ser wijdanê xwe. Çi serokomar be, çi wezîrê dadê be zarokên wan jî hene. Bila xwe dînin şûna me. Ez bang li her dayikan dikim. Em ê herin cem DMMÊ, Meclîsê û AKP-MHP'ê jî em zarokên xwe ji wan dixwazin. Bila kurê min û hevalên wî bînin Mêrdîn an Amedê. Bes e ji vê zilmê re. Ma me zarokên xwe ji bo kuştinê anîne dinê? Em dibên şer naxwazin. Bila deriyê heps û zîndanan vekin. Bila efoyek derkeve û aşitiyek pêk bê. Em  wekheviyê dixwazin.”   ‘EZÊ HETA DMME’YÊ JÎ BIÇIM’   Dayik Sevîm, herî dawî destnîşan kir ku îro serî li ÎHD’ê dan û wiha bi dawî kir: “Heya DMME'yê jî ez ê biçim. Ez dibêm bila zilma li ser hepsan rakin. Ji ber raporên nexweşiyên xwe ez ê serî li Wezareta Dadê jî bidim û daxwaznameyekê jî bişînim.”   Rayedarên Girtîgehê Beşîkduzuyê îdîa red kir. Girtîgeha Tîpa T ya Elezîzê jî xwestin ji bo îddîayan serî li dozgeriyê bidin.   MA / Fahrettin Kiliç - Fethî Balaman