Demirtaş dîsa hat girtin 2019-09-20 22:34:37   ENQERE - Danişîna hevserokên giştî yên HDP'ê yê berê SelahattîN Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê bi dawî bû. Piştî parêziya parêzeran, heyeta dadgehê biryar da ku Demîrtaş û Yuksekdag bi awayekî girtî bên darizandin.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, hatibû xwestin ku hevserokên giştî yên HDP'ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê bên girtin. Di danişîna ku li Dadgeriya Cezayê Sulhê pêk hat de, Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Piştî îfadeya Demîrtaş, dor hat Yuksekdagê û ew jî ji Girtîgeha Kandirayê tev li danişînê bû.    Piştî îfadeya Yuksekdagê, parêzeran muwekîlên xwe parast.    Piştî parêziya parêzeran heyeta dadgehê biryar da û xwest Demîrtaş û Yuksekdag bi awayekî girtî bên darizandin.    Hat hînbûn ku Demîrtaş û Yuksekdag, ji ber bûyerên Kobaniyê ku di 6-7'ê Cotmeha 2014'an de pêk hatin hatine tawanbarkirin.    Demîrtaş, ji dosyeya pê dihat darizandin hatibû berdan, lê belê ji heman dosyeyê careke din hat girtin.