Apê Mûsa li ser gora wî bibîr anîn: Em ji te hîn bûn ku zilm ne qeder e 2019-09-20 18:01:45   MÊRDÎN – Nivîskar û rojnamevan Mûsa Anter, li Nisêbînê li ser gora xwe hat bibîranîn. Kurê wî Dîcle Anter, got: "Gotin belkî bi mirina Mûsa Anter hin tiştan hel bikin, lê bi ser neketin." Berdevkê Înîsyatîfa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan jî, diyar kir ku ew ê tim û tim li ser şopa Apê Mûsa bin.    Mûsa Anter, di 20'ê Îlona 1992'yan de li Taxa Seyrantepe ya Yenîşehîr a Amedê li nêv kuçeyê hat kuştin. Di ser kuştina Anter re 27 sal derbas bûn. Di 27'emîn salvegera koça xwe de li li gundê Sitilîlê yê Nisêbîna Mêrdînê li ser gora xwe hat bibîranîn. Parlementer û rêveberên HDP'ê, endamên kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Serokê CHP'a Bajêr û endmên CHP'ê, nûnerên rêxistina civaka sivîl û çapemeniya azad tev li bîranînê bûn.    Di bîranînê de piştî dua hatin kirin, ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Di bîranînê de ewilî kurê Anter Dîcle Anter axivî. Anter, got: "Çi dibe bila bibe wê têkoşîna me dewam bike. Em ê bi hev re xurt bibin. Ji bo vê jî divê em bibin yek." Hevserokê HDP'a Mêrdînê Salîh Kûday jî got: "Ê ku me anî vira Apê Mûsa ye. Em ê xwedî li têkoşîna wî û hesta wî ay yekîtiyêd erkevin." Serokê CHP'a Mêrdînê Mehmet Sayin jî, tevî heyeta li cem xwe kevokên spî firandin.    Berdevkê Înîsyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) Hakki Boltan jî, diyar kir ku wê şagirên Apê Mûsa di rêça wî de bin û got: "Apê Mûsa ji bo dîktatoran bûbû tirseke mezin. Apê Mûsa, ew teşhîr dikirin. Loma dagirker jê ditirsiyan. Apê Mûsa kuştin. Hingî jê ditirsiyan ku nehiştin xweşikî cenazeyê wî jî bê veşartin. Wan digot qey ew ê fikr û ramanê APê Mûsa jî têxin darbestê û veşêrin. Niha di çapemneiya azad de rastiyên Apê Mûsa didomin."    'ÊN NIKARIBÛN APÊ MÛSA BITIRSÎNIN EW KUŞTIN'    Herî dawî Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay jî got: "Niha ne peyv dikarin Apê Mûs vebêjin ne jî bi vegotinê mirov dikare behsa Apê Mûsa bike. Apê Mûsa, ji me re gotibû qethiyen ji nasnameya kurdîtiyê tawiz nedin." Gunay, diyar kir ku Apê Mûsa bi zext û zoriyan re rû bir û ma, lê belê ev zext û zorî nikaribûe Apê Mûsa bitirsînin û got: "Ên nikaribûn Apê Mûsa bitirsînin ew kuştin."    'ZILM NE QEDER E'    Gunay, destnîşan kir ku li vê xakê zilm ne qeder e û got: "Qedera li ji bo kurdan tê rewakirin cinayetên kiryar nediyar û dosyeyên bi dawî ne bûne. Em dikarin li vê xakê bi hev re dikarin bijîn. Apê Mûsa pir xweş ev yek rave kiriye. Apê Mûsa, peyrewên te li ser rêçaa te ne. Em ji te hîn bûn ku ev zilm ne qeder e û nayê qebûlkirin."