Xwestin Yuksekdag û Demîrtaş ji nû ve bêne girtin 2019-09-20 17:49:03   ENQERE – Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş de xwest ji nû ve bêne girtin.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, der barê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş de xwest di çarçoveya "Bûyerên 6-7'ê Cotmehê" de ji nûve bên girtin. Serdozgerê Komarê yê Enqereyê der barê hevserokên HDP'ê de ji nû ve lêpirsîn dan destpêkirin. Serdozger bi lez û bez der barê hevserokan de xwest biryara girtinê bê dayîn. Berdevka Komîsyona Hiqûqê û Mafên Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, li Edliyeya Sıhhiyê radiweste û li benda biryara Hekîmê Sulh Ceza ne. Acar Başaran, anî ziman ku dixwazin hevserokan wekî berpirsiyarê kesên di bûyerên Kobanê jiyana xwe ji dest dane nîşan bide.