Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir 2019-09-20 16:16:16   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û xizmên 3 girtinên li Girtîgeha Îmraliyê, bi armanca biçin Girava Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan, lê serdozgeriyê daxwaza malbatan red kir.   Parêzer û wasiyê Rêberê PKK'ê Adbullah Ocalan Mazlûm Dînç ji bo biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Dozgeriyê daxwaza hevdîtinê bi hinceta “Li gorî Qanûna Darbarê Înfazê ya Tedbîr a Ceza û Ewlekariya Hejmara 5275’an, mafê hikûmxaran hatiye sînordarkirin” red kir.   Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî ji bo biçin hevdîtinê, bi riya parêzeran serî li dozgeriyê dan. Heman dozgeriyê daxwaza her sê malbatan jî red kir.   Malbatên girtiyên li Îmraliyê herî dawî di 5’ê Hezîrana 2019’an de, çûbûn hevdîtinê.