Hevşaredarên Pasûrê sewqî Girtîgeha Osmaniyê kirin 2019-09-20 15:58:40   AMED - Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay û 3 kesên din ên di çarçoveya lêpirsîna teqîna li Pasûrê de hatin girtin sewqî Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê hatin kirin.    Hevşaredarên navçeya Pasûr a Amedê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay, Midûre Karê Fen ê Şaredariyê Şener Aktaş, Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Abidin Karaman û Mehmet Emîn Ay ên di çarçoveya lêpirsîna teqîna di 12’ê Îlonê li Pasûrê pêk hat û di teqînê de 7 kesan de jiyana xwe ji dest dan de hatin girtin, sewqî Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê hatin kirin.    Her 5 kesên ji aliyê Dadgeha Cezayê Sûlh ve hatin girtin, bêyî raza dilê xwe sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê, sewqî Osmaniyê hatin kirin.