Nobeta Demokrasiyê didome: Qeyûm koletiyê; berxwedan azadiyê pêş dixe 2019-09-20 15:52:39   AMED - Rêxistina HDP'ê ya Amedê li dijî tayînkirina qeyûm di roja 33'an de çalakiya Nobeta Demokrasiyê berdewam kir. Di nobetê de Sedat Dogan, diyar kir ku qeyûm ne tiştekî nû ne û Kurd 100 salin li dijî qeyûman têdikoşin. Di nobetê de pankarta "Qeyûm koletî ye, berxwedan azadî ye" vekirin"    Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman li Wan, Amed û Mêrdînkê 33 rojin didome. Îro jî li Amedê bi sedan endam û rêveberên HDP'ê û nûnerên saziyên civaka demokratîk li Kolana Liseyê di roja 33’an de çalakiya Nobeta Demokrasiyê berdewam kir. Di nobetê de pankartên "Qeyûm wê biçin emê bimînin", “Bi berxwedanê biçin serkeftinê" “Hevserokatî Xeta me ya Xemrî ye" û “Qeyûm koletiyê, Têkoşîn azadiyê pêş dixe" û "Vîna xwe biparêze" vekirin.  Girseyê dibin dorpêça polsîan, toma, maşîneyên polîsan de û li hember gefên polîsan bi berzkirina diruşman û stranan sekna xwe da nîşakirin û çalakiya xwe berdewam kir. Beriya ku daxuyanî bê dayîn Musa Anter bibîr anîn   Parlementera Amedê Dersîm Dag di daxuyaniyê de axivî û got; "Di roja 33'emîn ya berxwedana xwe de em bangî we dikin. Beriya vê jî qeyûm tayînî şaredariyan hatibûn kirin, ez dixwazim bahsa çend  'xizmetên' kirine  bikim.  Qeyumê  37 komeleyên jinan girtin, naveroka navendên çand û hunerê yên ciwanan hatin guherandin û girtin. Herwiha  Navenda Çand û hunerê ya Cigerxwîn dwerî saziya dewletê (Halk Egitîm) hat kirin. Gelek cih û komeleyên jinê jî bi heman awayî dewrî alîgirên  AKP’ê hatin kirin. Kesên ku zimanê kurdî weke waneyek bijarte li dibistanan kirin nav pergala perwerdeyê û dibêjin em  bi zimanê dayîkê perwerdeyê didin, heman kesin ku cihê perwerdeya zimanê kurdî girtin e. Bi van re qeyûm avêtin ser Îrade, werzîş, çand û hunera kurdan. Yên ku ji navê Amed Sîpor aciz bûn daxwaz kirin ku navê wê biguherînin, dema ku Amed Sîpor ev qebûl nekirin di warê aborî de tengav kirin.”   Dersim bi diruşma “Amed Ya Me ye”, “Pasur Ya Me ye”, dawî li axaftina xwe anî. Piştî daxuyaniyê girse 10 deqeyan rûniştin û belav bûn.