Civîna endamên DBP’ê jî sûc hat hesibandin! 2017-11-29 09:27:36 WAN – Piştî 7 mehan îdianameya der barê hevserokên HDP û DBP’ê yên Wan û navçeyên wê de hat amadekirin. Di îdianameyê de civîna ku Hevseroka DBP’ê ya Bajêr Sevînç Şeker bi endamên partiyê re çê kir sûc hat hesibandin.  Di 10’ê Cotmeha 2016’an de polîsan avêtibû ser avêhiyên HDP û DBP’ê yên Wanê û 43 kes binçav kiribûn. Ji van kesan hevserokên DBP’ê ya Bajêr Sevinç Şeker, Murat Sarısaç, Hevserokê DBP’ê yê Riya Armûşê Hazim Harmanci, Rêveberê HDP’ê ya Riya Armûşê Dilaver Taşdemir, Hevserokê HDP’ê ya Payzavayê Necat Taniş, Rêveberê DBP’ê ya Artemêtanê Medeni Ozer û xebatkarê DEBP’ê Şevket Çetîn hatibûn girtin. Dozgeriya Komarê ya Wanê piştî 13 mehan şûnde der barê 7 jê girtî 43 kesan de bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” îdianame amade kir.    Di îdianameyê de, wêneyê Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr a Wanê ya BDP’ê Yildirim Ayhan ê ku di 28’ê Tebaxa 2011’an de li Çelêya Colemêrgê di çalakiyên “mertalên zindî” yên li dijî operasyonan dihatin lidarxistin de jiyana xwe ji dest da û wêneyê wî li avahiya partiyê ya bajêr daliqandî bû sûc hat hesibandin.    Naveroka hin ewraqên ku di dema avêtina ser avahiya DBP’a bajêr de hatin desteserkirin de jî wek sûc hat hesibandin. Ji ber li hember navê hin welatî û endamên partiyê ku rêveber bi wan şêwirîne “hevdîtin hat çêkrin” nivîsandiye, ev yek di îdianameyê de wek “lîsteya înfazê” hat tomarkirin.    Pirtûkên di dema avêtina ser avahiyên HDP û DBP’ê yên navçeyan de ji bo pirtûkên hatin bidestxistin jî hat îdiakirin ku bi buhayên “fahiş” tên firotin. Her wiha di îdianameyê de ji bo kampanyaya “Em ê qirkirina jinê rawestînin, jiyanê azad bikin” ku Meclîsa Jinan a DBP’ê li Êlih û Wanê li dar xist jî, hat gotin ku li ser “fermana rêxistinê” hatiye lidarxistin û wek sûc hat hesibandin.    ALÎKARIYA JI BO JINÊN BI ŞÎDETÊ RE RÛ BI RÛ MANE JÎ SÛC E    Di îdinameyê de hat derpêşkirin ku axaftina kesên bi navê S.A. û A.B. ku di civîneke taxê de diyarkiribûn ku divê xwedî li kesên dewletê îşkence li wan kiriye bê derketin, axaftineke ku “dewletê biçûk dixe” ye û bi vî awayî hatiye xwestin ku bîrbiriyeke ku dewlet îşkenceyê dike bê afirandin. Her wiha di îdianameyê de din av delîlên sûcî de belgeya serlêdanê ya jina bi navê S.K. ku ji ber hevjînê wê tahdeyê lê dike û serî li DBP’ê daye jî cih girt.    Di îdianameyê de serlêdana ferdên du malbatên ku ji ber mîrasê pirsgirêk di navbera wan de derket û ji bo çareseriyê serî li DBP’ê dan jî wek sûc hat hesibandin û hat diyarkirin ku bi vî awayî qanûnên Dewleta Komara Tirkiyeyê tune hatine hesibandin.    Sevînç Şeker û Mûrat Sarisaç piştî wek hevserokên DBP’a Bajêr hatin hilbijartin 37 rojan şûnde hatin binçvakirin. Derket holê ku vîdeoyên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin û civînên wan sûc hatine hesibandin. Her wiha di videoya ku li ber straneke ku peyva “gerilla” tê de govend hatiye gerandin jî sûc hatiye hesibandin.   Di îdianameyê de wêneyê ku Hevseroka DBP’ê ya Bajêr Sevînç Şeker li avahiya partiyê kişand sûc hat hesibandiin û her wiha di îdianameyê de ji bo Şekerê wiha hat gotin: “Kesa bi navê Sevînç Şeker bi komeke endamên partiye re di civînê de bûye.” Her wiha ji bo Hevserokê DBP’ê yê Bajêr Mûrat Sarisaç ku 13 meh e girtiye jî bi tawanbariyên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de tenê parvekirinên medyaya civakî û civînên ku Sarisaç tev li wan bûye sûc hatine hesaibandin.   Di dawiya îdianameya ku ji 60 rûpelan pêk tê de, tê derpêşkirin ku avahiyên DBP û HDP’ê wek “navendên rêxistinê” hatine dîzaynkirin û bûne navendên perwerdehiyê yên rêxistinê.    Wê danşîna doza 7 jê girtî 43 kesan di 23’yê Çileya 2018’an de li Dadgeha Cezayê Giran a Wanê pêk bê.