Baroya Amedê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir 2019-09-20 15:25:23   AMED - Alîkara Serokê Baroya Amedê Gazal Bayram Kolûman di “Kursiya Mafên Mirovan a Tahir Elçî” de êrîşên li dijî parêzeran şermezar kir û got: “Em van êrîşan şermezar dikin. Em Baroya Amedê ji bo ku êrîşkar bi awayekî giran werin cezakirin dê şopdarên dozê bin."    Baroya Amedê, ji bo kujerên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Eçlî ronî bibe û kujer bên darizandin, di hefteya 194’an de li pêş Edlîye Amedê kom bûn û çalakiya “Kursiya Mafên Mirovan a Tahir Elçî” berdewam kirin. Parêzeran pankarta “Em te ji bîr nakin” vekirin û Elçî bibîr anîn. Endamên baroyê di çalakiyê de amade bûn. Di bernameyê de Alîkara Serokê Baroya Amedê Gazal Bayram Kolûman, diyar kir ku di ser lêpirsîna Elçî re piştî Zanîngeha Londra rapor amede kir tu gavên şênber nehatine avêtin û wiha got: "Me hefteya borî ji bo hin delîlan serlêdana Serdozgeriya Komarê kiribû. Lê hêj tu bersiv nehatiye."    ÊRÎŞKAR SERBEST IN   Kolûman, bal kişand ser êrîşa li dijî Prz Îbrahîm û Ozlem Dundar û wiha got: “Di 15’ê Îlonê de Prz Fesîh Demîr ê ji Baroya Bûrsayê dema di trafîkê de bi wesayîta xwe diçû, polîsan ew rawestand û gef li wî xwarin. Hempîşeyê me rastî êrîşê hat, lê êrîşkar serbest e. Em dîsa dibêjin ku parêzer ne aliyê doza nin. Ev êrîş ne tenê li hempîşeyên me têne kirin li hemû camÎaya hiqûqê tên kirin. Ji aliyê darazê ve di herdu buyeran de jî êrîşkar hatine parastin. Hem êrîşên ku tên jiyîn hem jî necezakirina faîlan armanc dike ku rê li pêş parastinê bigire. Em endamên darazê vedixwînin ku di derbarê faîlan de lêpirsîneke adil vekin. Em wek Baroya Amedê ji bo ku êrîşkar bi awayekî giran werin ceza kirin em ê şopdarên lêpirsînê bin.”