Doza Leyla dest pê kir: Bavê Leyla şikê ji hin kesên din dike 2019-09-20 15:24:52   AGIRÎ - Doza derbarê kuştina zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a li gundê Bezirgane winda bû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin, dest pê kir. Apê Leyla yê girtî Mehmet Alî Aydemîr, sûcdariyên li ser xwe qebûl nekir û bavê Leyla Nîhat Aydemîr jî, gilîdare û şikê ji hin kesên din dike   Doza derbarê kuştina zaroka 4 salî Leyla Aydemîr a li gundê Bezirgan a Agiriyê winda bû û piştî 18 rojan cenazeyê wê hat dîtin dest pê kir. Di dozê de 1 jê girtî 7 kes tên darizandin. Bersûcê girtî Mehmet Alî Aydemîr bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û 6 bersûcên din jî li salonê amede bûn. Dayika û bavên Leyla Şukran û Nîhat Aydemîr, xizmên Leyla, parêzerên baroyên Agirî, Erzirom û Wanê danîşin şopandin.    GIRTÎ: MIN CENDIRME BER ALÎ NEKIRIN   Her 6 bersûcên îfedeyên wan hatin girtin, sûcariyên li ser xwe qebûl nekirin û got tu eleqeya wan bi bûyerê re tuneye. Dûre Mehmet Alî Aydemîr ê girtî parastin kir û wiha got: “Tu eleqeya min bi van sûcdariyan tuneye. Şahidê min ê herî mezin Nîhat Aydemîre. Roja ku zarok winda bû ez neçûm mala xwişka xwe. Ez tu carî ne çûme mala xwişka xwe. Hejmara wê ya telefonê jî gel min tuneye. Ji xwe roja Cejnê jî min zarok nedît.” Dadger axaftina Aydemîr birî û got: “Dibêjin te cendirme ber alî kirine.” Aydemîr li ser vê yekê got; “Min cendirme bi şaşî ber alî nekirine. Ez di zeviyê de 3 rojan xebitîm. Ez sûcdariyên li ser xwe qebûl nakim.”   DAYIK GILÎDAR E     Dayika Leyla Şukran Aydemîr jî, parastin kir û wiha axivî: “Ez mafê xwe yê ne axaftinê bi kar tînim. Zaroka min dizîn. Birçî hiştin. Ev zilme. Min bi çavên xwe nedît, ji ber vê yekê niha nikarim tiştekê bêjim. Kî kiribe ez gilîdarê wî me.”    BAV NE GELÎDARE!   Bavê Leyla Nîhat Aydemîr jî, di danişînê de axivî û wiha bilêv kir: “Min ji hemû rayedarên dewletê re got lê bigerin. Ez çûm gel dozger. Min nekarî ez derdê xwe vebêjim. Dozger ez ji gel xwe qewirandim. Min ji dozger re got di ketina gunde kamera hebûn. Gelo wê çima kamera kişandin. Dozger ji min re got kamera xerabbûyî bûn. Dadger axaftina Aydemîr birî û got: “Niha dest ji dozger berde.” Aydemîr axaftina xwe dewam kir û wiha got: “Ez ji birayên xwe ne gilîdarim. Tişta ku min ne dîtibe, ezê çawan giliyê wê bikim. Lê şika min ji hin kesan heye. Ez ji A.K., M.K., E.D. û Ç.K. gumanbarim. Ji ber E.D., piştî bûyerê rojekê, ez ber aliyê Bazîdê kirim. Ç.K. jî dema li Leyla digeriya, bi telefonê tim bi qilqalî diaxivî û ne dihat gel me. Têkiliya wî ya bi min re qût bû.”   Şandeya dadgehê, ji bo ku biryar bide navber da danişînê.