Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê: Ji bo dozger mutalaayê amade bike dem xwest 2019-09-20 15:15:47   ENQERE - 21'emîn Danişîna doza JÎTEM'a Enqereyê ya Mehmet Agar jî di nav gelek kes ji kuştina 19 kesan wekî bersûc tên darizandin hat dîtin.  Di danişînê de heyete xwest dozger mutalaayê amade bike û doz taloq kir.    21'emîn danişîna doza JÎTEM'a Enqereyê ku Mehmet Agar jî di navde gelek kes ji kuştina 19 kesan di navbera 1993-1996'an de hatin revandin û kuştin tên darizandin li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Di danişînê de parêzerên dozê, xizmên windayan, Sazumankara AKP'ê û Sekretera Giştî ya Înîsiyatifa HAK'ê Fatma Bostan Unsal, Endamên Gundema Mafên Mirovan, Parlamenterê HDP'ê Abdullah Koç, Endama Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, (ÇHD) Nazan Betul Vangolu Kozaagaçli, Serokê Baroya Amedê yê Berê Mehmet Emin Aktar û Ahmet Ozmen, Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen, Endama Navenda Hafizayê û xizmên Savaş Buldan û kesên di salên 1990’an de hatin revandin xwişka Hasan Ocak Maside Ocak û kurê Abdulmecit Baskin ê di sala 1993'an de hat kuştin Eren Baskin amade bûn.    Di danişînê de 6 parêzer bersûc parastin. 13 parêzeran jî mafên kuştiyan parastin. 3 rojnameger û nêzî 40 çavdêr tev li danişînê bûn.    Ewil parêzerê windahiyan û kuştiyan Yusuf Alataş, mafê axaftinê stend. Karataş bal kişand ser xalên Dadgeha MAfên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya darizandina adîl û wiha got: "Darizandina adîl di doza JİTEM'ê de pêş nakeve. Bi taybetî redkirina daxwazên parêzeran û malbatan encam û delîla vê yekê ye. Kujer hêza xwe ji dewletê û bêedaletiyê distîne. Ev ne cînayetên ji rêzê ne. Bersûcê vê dozê Wezîrê Karên Hundir û Midûriyetea Polîsan a Giştî kiriye.  Ev nîşan dide ku kesên di nava dewletê piştgirî daye van kujeran. Di vê dosyayê de bersûc bi destê dewletê tên parastin. Di biryaran de diyar e ku daraz serbixwe û adîl tev nagere. Ji bersûcan Mehmet Agar, Mehmet Korkut Eken hakkında nehatine girtin. Daxwaza girtina wan nehatiye kirin. Ev bûyer di serdema Wezîrê Karên Hundir û Midûrê Giştî yê Polîsan Mehmet Agar de hatine kirin. Ji ber vê yekê divê Mehmet Agar wekî bersûc bê darizandin.    Em dixwazin di vê dosyayê de Tansu Çiller, Ozer Uçuran Çiller û Mesut Yılmaz jî bên guhdarkirin. Em dixwazin klasorên di Rapora Susurlukê de hebûn û niha ne amade ne li dosyayê bên zêdekirin.    Parêzer Nuray Ozdogan, Prz. Mehmet Emin Aktar, diyar kirin ku doz bê bersûc didome û xwest Tansu Çiller bên guhdarkirin. Parêzeran xwest hemû bersûc bên darizandin û cezakirin.    Heyetê daxwaza parêzerên malbatan red kir û doz taloqî 13'ê kanûnê kir.