Di doza Avahiya Yeşilyurtê de bersûc serbest berdan 2019-09-20 14:21:48 STENBOL – Di danişîna doza Avahiya Yeşîllurtê ku 21 kesan jiyana xwe ji dest da, bersûvê girtî dihat darizandin serbest hat berdan.    Di sibatê de li Kartala Stenbolê Apartmana Yeşîlyurtê hilweşiya bû. Di hilweşînê de 21 kesan ji yana xwe ji dest dabûn û 14 kes jî birîndar bûbûn. Piştî bûyerê der barê 3 kesan de doz hatibû vekirin û kesek girtî dihat darizandin. Di danişîna doza Apartmana Yeşilyurtê de kesê wekî bersûc hatibû girtin serbest hat berdan. 2'emîn danişîna dozê li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Anadolu hat dîtin. Di danişînê de girtî Ugur Misirlıoglu  û bersûc Arzu Keleş Baran û parêzerê dozê amade bûn. Bersûc Suzan Çayir jî nehat danişînê. Piştî danişînê bersûcê girtî Ugur Mısırlıoglu serbest hat berdan.