Binçav kirina li ber AKP dîsa dewam kir 2019-09-20 14:05:58 ENQERE - KHK’iyên li ber avahiya AKP’ê ya Enqerê xwestin daxuyanî bidin û kesên xwestin piştgiriyê bidin wan hatin binçavkirin.  Çalakiya li ber avahiya  AKP’ê ya Enqerê di roja 5’emîn de dewam kir. Cemal Yildirim ê bi KHK’ê ji kar hat avêtin, berê çalakiya li ber avahiya AKP’ê li Parka Anitê daxuyanî da çapemeniyê. Kedkarê Tenduristiyê yê KHK’î Mahmût Konuk û Seroka Partiya Tevgera Kedê (EHP) ya Enqerê Sanem Denîz Kural jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Yildirima di daxuyaniya da de wiha got: “Midurê Nivîsa Taybet ê Serokê AKP’ê yê Enqerê Serkan Ogul duh bi girtinê gef li endama 15 sal a AKP û dayika kurê wê rastî cezayê muebetê hatî Hamîde Goçer xwar. Ev pir cîdiye. Divê li ser vê yekê bê rawestandin.  Nexweş AKP fermanê dide darazê û mirovên li mafên xwe digerin didin girtin. Dema ez ji kar hatim avêtin, ligel ku derbarê min de tu doz nebûn jî, piştî du salan bi îdîaya endamtiya rêxistinê doz derheqê min de vekirin. Ji ber ku em doza mafê xwe dikin, mûameleya terorê li me dikin. Lê emê dest ji doza mafê xwe bernedin û heya ku em dengê xwe bidin bihîstin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”   Dûre polîs hatin parkê û mudaxileyî daxuyaniyê kirin. Yildirim li ser vê yekê pankarta “KHK’î wê biçin, em ê bimînin” kir destê xwe û xwest heya ber avahiya AKP’ê ya Enqerê bimeşe.    Polîsan di dema mudaxileyê de Cemal Yildirim, Mahmût Konuk û Sanem Denîz Kural binçav kirin.