‘Heya pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêkên welat çareser nabin’ 2019-09-20 13:36:39   MÊRDÎN - Nobeta Demokrasiyê ya li Mêrdînê di roja 33’yemîn de li Nisêbînê dewam kir. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz di nobetê de axivî û got: “Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêkên li walat çareser nebin.”    Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînakirina qeyûman ên şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di roja 33’yemîn de, li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dewam kir. Berî nobetê polîsan avahiya HDP’ê ya navçeyê kirin dorpêçê. HDP’î li ber avahiya partiyê heya Parka Aştiyê meşiyan. Li parkê çalakiya rûniştinê hatin lidarxistin. Di çalakiyê de stran hatin gotin û dirûşme hatin berzkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz di çalakiya nobetê de axivî.    'GEL TÊKOŞÎNA XWE BI RÊVE DIBE’   Kaçmaz, diyar kir ku hikumeta AKP’ê vîna gel tune dihesibîne û got: “Berî sê salan jî qeyûm tayîn kirin. Faşîzma AKP û MHP’ê îro hêza xwe li dijî Kurdan û demokrasiyê bi kar tîne. Lê divê vê yekê baş zanibin; Hikumetên din jî êrîşî vê vînê kiribûn û hewl dabûn ku teslîm bigirin. Lê ev gel bi salane têkoşîna xwe bi rêve dibe.”   Kaçmaz, bal kişand ser salvegera qetilkirina zanayê Kurd Mûsa Anter û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êdî AKP ji hev dikeve. Heya ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, pirsgirêkên li walat çareser nebin. Îro li seer şopa Mûsa Anter, bi mîlyonan Kurd dimeşin. HDP tu carî bêdeng nama û wê bêdeng nemîne. Partiya ku aştiyê bîne Rojhilata Navîn, partiya HDP’ê ye.”    Daxuyanî û çalakî piştî axaftinê bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.