Li Edenê, 40 kesên êrîşî koçberên Sûriyeyî kirin hatin binçavkirin 2019-09-20 11:50:42   EDENE - Li Edenê, 40 kesên êrîşî mal, kargeh û wesayîtê koçberên Sûriyeyî kirin, hatin binçavkirin.    Li navçeya Seyhan a Edenê, duh bi şev welatiyên taxê yên bi hinceta îstîsmara zayendî li zarokek 11 salî hat kirin, daketin konanan û êrîşî kargeh, mal û wesayîtên koçberên Sûriyeyî kirin. Ligel ku walîtiyê, daxuyaniya “kesê îstîsmarkar welatiye me ye” kir jî, komekê ku îdîakir îstîsmarkar Sûriyeyiye, êrîşî mal, kargeh û wesayîtên koçberên Sûriyeyî kirin. Kom, heya taxên Mîrzaçelebî, Kocavezîr û Meydan ên weke Taxa Halep, Obalar û Kibris tên bênasekirin meşiyan û êrîşî mal, kargeh û wesayîtên koçberên Sûriyeyî kirin û amûrên wan talan kirin.    Polîsan serê vê sibê, di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edenê hat bi rêve birin de, bir ser malên kesên êrîşî koçberên Sûriyeyan kirin de girtin. Di serde girtinê de 40 kes hatin binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Edenê.”