Pekoz: Çareseriya QSD di nav de cih digire wê were ser mase yê 2019-09-20 10:46:51 ENQERE - Pisporê Rojhilata Navîn Mûstava Pekoz, diyar kir ku komîsyona destûra bingehîn a di Zîrweya Sê Alî ya li Enqerê hat destnîşankirin de ne stratejîke û got: “Çareseriya polîtîka a QSD din av de cih digire, wê were ser mase yê.   Nîqaşên derbarê Zîrweya Sê Alî ya dinavbera Rûsya Tirkiye û Îranê li Enqerê hat lidarxistin de dewam dikin. Her çiqasî bê îdîakirin ku ji bo hevgirtina axa Sûriyeyê bergirî hatiye kirin û li ser Komîsyona Destûra Bingehîn lihev kirin çêbûye jî, pispor diyar dikin ku zirweya muxatabên eslî ne têde bin, wê bi ser nekeve.    Pisporê Rojhilat Navîn Mûstafa Pekoz, derbarê vê mijarê de nirxandin kir û got: “Biryarên ji bo amadekariyên destûra bingahîn ên di zirweya li Eneqerê hatin girtin de, dê tu girîngiyeke wê ya stratejî û polîtîk tune be. Pir ne girînge ku wê kî cihê xwe di komîsyona destûra bingehîn de bigire. Ji xwe çareseriya polîtîk a QSD di navê de cihê xwe digire, wê teqez bê ser maseyê.”   ‘YEK JI MUXATABÊN PIRSGIRÊKÊ QSD YE’   Pekoz, diyar kir ku Şam û Qamişlo du hêzên li Sûriyeyê qezenc kirine û wiha axivî: “Dibe ku van her du hêzan şerê li Sûriyeyê qezenc kiribin. Ger şerek leşkerî dinava her du hêzan derkeve, wê ev şer bi salan li Sûriyeyê dewam bike. Ne Rûsya, Îran û DYA’ya şere wiha li vê herêmê naxwazin. Ji ber vê yekê yek ji muxatabên pirsgirêkê QSD ye. Avakirina komîsyona amadekariyên Destûra Bingehîn a di navbera Moskova- Enqer û Tahranê ne stratejîke. A girîng biryara Komîsyana Ewlekariyê ya ji aliyê NY’yê ve li Cenevre bê girtine. Biryara herî dawî jî wê DYA û Rûsya diyar bike.”   ‘NE PÊKANE KU TIRKIYE OPERAYONÊ LI DAR BIXE’   Pekoz, bal kişand ser gotinên Erdogan ên weke ‘Ger em dinava du hefteyan de bi DYA’yê re li hev nekin, em ê plana xwe ya operasyonê bixin dewrê’ û wiha bilêv kir: “Berî her tiştî ez nafikirim ku Enqere mîna Efrînê karibe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku weke Rojava tê bênasekirin, operayonê li dar bixe. Lê di hevsengiya leşkerî û polîtîk de her tişt pêkane.”   ÎDÎAYA QSD XETERIYÊ DIDE AVAKIRIN JI HOLÊ RABÛYE   Pekoz, da zanîn ku plana ‘Herêma Ewlehiyê’ ya di navbera Wishington û Enqerê hat qebûlkirin de, ket pratîkê û wiha pê de çû: “Hêzên leşkerên DYA li Rihayê bi cih bûn. Di vê çarçoveyê de hêzên QSD’ê xwe ji herêma sînor paşve kişandin. Ji bo vê, îdîaya ku QSD ji bo Enqerê xetere ji holê hat rakirin. Lê ji bo ku Tirkiye binkefitina xwe li Îdlîbê bide ji bîr kirin, dibe ku bi destûra DYA û QSD’ê li hin herêmên biçûk ên ser sînor operasyonekê li dar bixe. Bi vî awayî wê hewl bide ku binkeftina xwe ya li Îdlîbê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke serkeftinê nîşan bide.”      MA / Selman Guzelyuz