Encamên DNA’yê hene, lê cenaze tune ne 2017-11-29 09:23:57 WAN - Cenazeyê Ridvan Demîragaç ê HPG’î ku li Tatwanê jiyana xwe ji dest da û li gorîstana bêkesan hat defin kirin, ligel ku encamên DNA’yê diyar bûn jî, 7 mehin nadin malbatê. Dayîk Demîragaç, got ku ew hestiyên kurê xwe dixwaze.  Li navçeya Tetwana Bedlîsê di 5’ê Nîsana 2017’an de Ridvan Demîragaç ê HPG’î di pevçûnekê de jiyan xwe ji dest da. Bi biryara dozger cenazeyê Demîragaç li Gorîstina Bêkesan a Tatwanê hat definkirin. Malbata Demîragaç ê 7 mehin jiyana xwe ji dest dayî, testa DNA’yê da. Ligel ku testa DNA’yê diyar bûn jî cenaze nadin malbatê. Dayîk Haliye Demîragaç ku bi mehane li benda cenazeyê kurê xwe, wiha got: “Ma ji miriyên me jî ditirsin?”      ‘LI GEL KU CENAZE NETE JÎ NADIN MALBATÊ’   Demîragaç, diyar kir ku dû carî testa DNA’yê dan û wiha axivî: “Ligel ku cenazeyê kurê min diyar bû jî nadin me. Ev zilme. Gelo çima ji mirinekê ditirsin û cenaze nadin? Bav û birayên wî ji bo cenaze bigirin serî li Serdozgeriya Tetwanê dan. Lê cenaze nedan. Ma dê çi ji cenaze bikin ku nadin me?"    'EZ HESTIYÊN ZAROKÊN XWE DIXWAZIM'   Demîragaç, da zanîn ku tenê dixwazekê wê heye, ew jî cenazeyê kurê wê bidin wê ye û wiha got: “Tenê bila hestiyên wî bidin me. Heya rojek temenê min hebe ezê daxwaza hestiyên karê xwe bikim. Li ku derê dibe bila bibe, ezê hestiyên kurê xwe bigirim û li cihê bixwazim, ez ê wî defin bikim. Ligel ku encama rast di destên me de heyî û daxwaza me, cenazeyê me nadin me.”   ‘BILA GOREKÊ WÎ YA EM LI SER DUA BIKIN HEBE'   Demîragaç, anî ziman ku desthilatdarî li ser ol tim propaganda dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne ol ne jî şerîet rewşeke wiha qebûl dike. Fermaneke wisan nade. Ew ne li gorî ol, li gorî qanûnan tevdigerin. Gava mirovek mir, kê dibe bila bibe divê rêz bê dayîn. Kurê min Misilman bû û bi ola xwe ve girêdayî bû. Ne Quran û ne jî Xwedê vê yekê  qebûl nake. Ez tenê dixwazim, cenazeyê kurê min bidin min û ew wî bi destên xwe li ser axa wî defin bikim. Dixwazim goreke wî ya di cejnan de li ser dua bikim hebe.”