Naxwazin di zivistanê de li derve bimînin 2019-09-20 09:08:50 MÊRDÎN - Li Qoserê, malbata Beken ku ji ber baranê xaniyê wan ê bi kelpîç xerabû, bi deyn û alîkariya cînarên xwe dest bi çêkirina xaniyê xwe kirin. Lê belê malbatê hîn banê xanî çê nekiriye û ji bo vê li benda alîkariyê ye.  Li Taxa Îpekê ya Qoser a Mêrdînê, di biharê de ji ber baran zêde bariya xaniyê bi kerpîç ê malbata Beken xera bûbû. Piştî xanî xera bûbû malbat qederekê li kuçeyan mabû. Lê bi alîkariya cînarên xwe ji nû ve dest bi çêkirina xaniyê xwe kir. Lê belê malbat nikare banê xanî, pace û deriyên xanî çê bike û ji bo vê jî niha li benda alîkariyê ye.    Seyfettîn Beken (28) ku bi xurdevaniyê debara xwe, hevjîna û 2 zarokên xwe dike, anî ziman ku ji ber rewşa wan nebaş e nikarin için xaniyekî din jî. Bav Beken ku hinekîa stengdar e, diyar kir ku kurekî wî nexweş e û wî biriye Nexweşxaneya Dewlet ya Amedê û hevjîna wî li nexweşxaneyê li cem kurê wî ye. Beken, got: "Gava xaniyê me xera bûbû pêşî em li kuçeyan man. Paşê me xaniyek bi kirê dît. Em li wir jî pir neman. Ji ber min nikaribû heqê kirê bide em mecbûr man derkevin."    Beken, anî ziman ku ew mecbûr maye pereyan deyn bike û got: "Min brîket bi deyn kirîn. Hîn jî heqê brîketan didim. Hinan bi xêra xwe çîmento dan me. Hosteyekî jî bi xêra xwe dîwar lê kirin."    Beken, diyar kir ku wî ji bo kurê xwe bibe nexweşxaneyê jî pere deyn kiriye û got: "Xaniyê me temam nebûye. Niha zivistan tê. Em dixwazin rojek berî rojekê têkevin xaniyê xwe. Heke bivê bêyî em dîwaran sewax bikin jî em ê biçin. Em dixwazin mirov alîkariya me bikin. Eger ji destê min bihatana min doza tiştekî wiha nedir."