‘Ger daxwazên wî neyên qebûlkirin wê greva birçîbûnê bidomîne' 2019-09-20 09:08:32 STENBOL – Mûstafa Koçak ku ji ber kuştina Dozger Mehmet Selîm Kîraz cezayê muebeta giran lê hat birin, 80 roj in di greva birçîbûnê de ye. Parêzera Koçak Ezgî Çakir, bi lêv kir ku muwekîlê wê gotiye ger daxwazên wî neyên qebûlkirin wê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomîne.  Li Stenbolê, di 31'ê Adara 2015'an de Dozgerê Komarê yê Stenbolê Mehmet Selîm Kiraz hatibû kuştin. Ji ber kuştina dozger Kîraz, Mûstafa Koçak di 23'yê Îlona 2017'an de hat binçavkirin û paşê hat girtin û di 11'ê Tîrmeha 2019'an de cezayê muebeta giran lê hat birîn.    80 ROJ IN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE    Koçak, bi daxwaza "Dixwazim li dadgehên adil û serbixwe bêm darizandin û dixwaim îşkencekar jî bên darizandin" li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Şakran a Îzmîrê dest bi greva birçîbûnê kir. Koçak, 80 roj in di greva birçîbûnê de ye. Parêzera wî Ezgî Çair, xwest daxwazên muwekîlê wî bên qebûlkirin.    ‘JI BER ÎFADEYA ŞAHID CEZA XWAR'    Çakir, got: "Mûstafa Koçak, bi îfadeya kesê bi navê Berk Ercan hat binçavkirin û paşê hat girtin. Bi îfadeyên Ercan, gelek lêpirsînên derî hiqûqê hat destpêkirin." Çakir, anî ziman ku di çarçoveya van lêpirsînan de cezayên giran hatine birîn û got: "Li gorî daneyên Şaxa Têkoşîna Li Hemberî Terorê, Berk Ercan li ser 334 kesan îfade daye û ji ber van îfadeyan bi dehan kes hatine girtin û hatine mexdûrkirin." Her wiha Çakir, bal kişand ser cezayên ku ji ber îfadeyên Ercan li muwekîlên wê hatine birîn û got: "159 sal ceza li parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel û Komeleya Hiqûqnasên Hevdem hat birîn."    Çakir, anî ziman ku ji ber îtirafkarekî dozger dosye girtiye û got, ev yek rêbaza tolgirtinê ye û biryara dadgehê bi tu awayî nayê qebûlkirin.    ‘MALBATA WÎ JÎ KET GREVA BIRÇÎBÛNÊ'    Çakir, desnîşan kir ku ger daxwazên Koçak neyên qebûlkirin wê çalakiya wî ay greva birçîbûnê bidome û got: "Dibêje mafê wî yê parastinê hatiye binpêkirin, di bin çavan de îşkence lê hatiye kirin û dixwaze derbarê kesên îşkence lê kirine de lêpirsîn bên destpêkirin. Dixwaze ev daxwaz demildest bên qebûlkirin. Tenê ne Mûstafa, malbata wî jî ji bo destekê dets bi greva birçîbûnê ya dorveger kiriye."    Di heman dosyeyê de ligel Koçak, 2 caran cezayê muebeta giran li Mûrat Can, li Cengîz Ozel 12 sal, li Mîthat Ozturk 10 sal û li Denîz Ozel jî 6 sal ceza hatiye birîn.    Hat diyarkirin ku cezayên Koçak û kesên din li Dadgeha Îstinafê bên nirxandin.