Kesên li dijî îstîsmara zayendî daketin kolanan êrîşî Sûriyeyiyan kirin 2019-09-20 08:58:20   EDENE - Li Edenê, welatiyên taxê yên bi hinceta îstîsmara zayendî li zarokek 11 salî hat kirin, daketin kolanan, êrîşî mal, wesayît û kargehên Sûriyeyiyan kirin.    Li navçeya Seyhan a Edenê, welatiyên taxê yên bi hinceta îstîsmara zayendî li zarokek 11 salî hat kirin, daketin konanan, êrîşî kargeh, mal û wesayîtên Sûriyeyiyan kirin. Komekê îdîa kir ku îstîsmarkar kesekê ji Sûriyeyê ye û xwestin mala wî bidin ber agir. Piştî ku polîs ketin navberê girseyê dinava taxan de meşek li dar xist. Di meşê de dirûşmeyên “Em Sûriyeyiyan naxwazin” û “Bêdeng nemîne, her ku tu bêdeng bimînî wê dor were te jî” hatin berz kirin. Girseyê di dema meşê de êrîşê mal, kargeh û wesayîtên koçberên Sûriyeyê kirin. Di êrîşê de xesara madî çêbû û êrîş heya derengiya şevê dewam kir.