Hevjînê Yilmaz ê hat revandin: Em diçin ber lingê Soylu jî me qebûl nake 2019-09-19 15:15:20 ENQERE - 4 kesên xwestin li ber avahiya AKP’ê ya Enqerê çalakiya rûniştinê pêk bînin hatin binçavkirin. Hevjînê Mustafa Yilmaz ê li Enqerê hat revandin Sumeyye Yilmaz, got: “Wezîrê Karê Hundir li Amedê, dayikên li ber avahiya HDP’ê ziyart dike, lê em diçin ber linge wî jî me qebûl nake.” Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya AKP’ê ya Enqerê di roja 4’an de dewam kir. Cemal Yildirim ê KHK’î û kedkarê tenduriyê yê bi KHK’ê ji kar hat avêtin Mahmût Konuk, Seroka Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Sanem Denîz Kural û dayika xwendekarê dibistana hewayî ya leşkerî yê cezayê muebetê lê hatiye birîn Meral Kuruç, xwestin çalakiya rûniştinê li dar bixin, lê hatin binçavkirin.     HEJMARA KESÊN TÊN LI BER AVAHIYA AKP’Ê ZEDE DIBIN   Cemal Yildirim ê KHK’î, li ber avahiya AKP’ê pankartek reş a li ser nivîs tuneyî hilgirt û astengiya polîsan şermezar kir.    8 kesên di nav de dayikên cezayê muebetê li zarokên wan hatine birîn jî hebûn, ji bo ku beşdarî çalakiya rûniştinê nebin ji qadê dûr kirin. Dayikan, bertek nîşan dan û gotin: “Zarokên me jî mîna we dibin fermanê de bûn. Ji ber ku ferman bi cih anîn cezayê muebetê girtin. Lê kesên ferman dan wan niha serbestin.” Dayikan li ser gotina amîrê polîsan a “paqij bikin” berteka “Ma em qirêjin ku hûn me paqij bikin” dan.    ‘JI BO EM DENGÊ XWE BIDIN BIHÎSTIN EM TÊN VÊ DERÊ’   Dayika xwendekarê  Dibistina Herp a Hewayî Eren Yumuş ê cezayê muebetê lê hatiye birîn Şahînde Yumuş jî, diyar kir ku kurê wê 20 saliye û wiha axivî: “Xeyalê wî hebûn. Fermardarên zarokên me sûcdarin, lê li derve de ne. Kurê min ji min re digot ‘Dayê em li cihê herî bi ewle ne. Ger tiştek biçûk jî bibe, me dernaxin derve.’ Ji bo ku em dengê xwe bidin bihîstin em tên vê derê. Hemû baş dizanîn ku zarokên em ne sûcdarin. Lê wijdan tune ye.”   ‘GER LI BER HDP’Ê ÇALAKÎ DIBE, ÇIMA LI VÊ DERÊ NABE?’   Hevjîna Mûstafa Yilmaz ê di 19’ê Sibatê de li Enqerê hat revandin Sumeyye Yilmaz jî, di nava kesên hatin li ber avahiya AKP’ê de bû. Yilmaz, piştî çalakiyê wiha berteka xwe nîşan da: “Hevjînê min berê hatin binçavkirin û berdan. Piştî 40 rojên din, dema ji malê diçû kar li ber malê bi lêdanê û torbeyek spî kirin serê wî û revandin. Derbarê revandina wî de qeydên vîdeoyê hene. Min qeydên vîdeoyê dan Miduriyeta Polîsan. Lê tu tişt nekirin. Dayikên li ber avahiya HDP’ê bi rehetî çalakiyê li dar dixin, gelo çima  ez nikarim wisan li vê derê rûnim û li hevjînê xwe bigerim.”   “BÊGUMAN EZ Ê HEVJÎNÊ XWE JI DEWLETÊ BIXWAZIM’   Yilmaz, da zanîn ku bêguman ewê hevjînê xwe ji dewletê bixwaze û wiha got: “Dewlet jî, AKP’ê bi rêve dibe. Wezîrê Karê Hûndir li Amedê dayikên li ber avahiya HDP’ê rûniştine ziyaret dike. Em li vê derê diçin ber linge wî jî, me qebûl nake. Rondikên çavên dayikan ji hev nayin cuda kirin. Em li ser rondikên çavên mirovan prim nakin. Heyf û guneh e. Ez ji bo parsektiyê nehatime vê derê. Ez li hevjînê xwe digerim. Ev 213 rojin, ez bi keça xwe ya 2 salî re derî bi derî digerim û ji bo hevjînê xwe parsektiyê dikim. Gelo çi mafê kesekê heye ku wiha li me dikin? Min mîna dedektîfan delîl kom kirin. Lê hîna jî tu gav nehatine avêtin. Êdî ez nizanim çi bikim.”