'Em ê li dijî qeyûman têbikoşin' 2019-09-19 14:36:48 EDENE / ANTALYA - Tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Pasûr û Qereyaziyê hat şermezarkirin.   Meclisa Bajar a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Edeneyê, têkildarî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Pasûr û Qereyaziyê, li avahiya xwe civîneke çapameniyê li dar xist. Di civîna ku Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) piştgirî danê de Hevberdevkê Meclisa Bajar a HDK'ê ya Edeneyê Ûgûr Bayrak axivî û bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da.    'NAVNÎŞANA ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ QESR E'   Bayrak di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya rûniştinê ku li ber Avahiya HDP'ê ya Amedê hatiye destpêkirin û têkildarî mijarê wiha axivî: "Desthilat, li dijî HDP'ê şerê derûnî û polîtîkaya kirêt a şer, bi her amûr û rêbazî didomîne. Malbatan li ser ber avahiya me ya Amedê bi rêxistin dike û partiya me hedef nîşan dide. Bi vê yekê Pirsgirêka Kurd ku çareser nekiriye dixwaze krîmînalîze bike. Navnîşana vê çalakiya rûniştinê ber derê avahiya partiya siyasî ye, Saziya herî bi raye ya dewletê Qesra Serokkomariyê ye."   Bayrak destnîşan kir ku ew aştiyê dixwazin û ev tişt got: "Em careke din pêkanîna antîdemokratîk tayînkirina qeyûman şermezar dikin. Heta ku pêvajoya xespkirinê bi dawî nebe û hevşaredarên me venegerin ser karê xwe têkoşîna me ya demokratîk dê bidome. Em ê têkoşîna xwe bi partiya xwe HDP'ê, hemû hevparên xwe û saziyên dost re berdewam bikin."   ANTALYA   Rêxistina Bajar a HDP'ê ya Antalyayê jî bi civîneke çapameniyê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman ser Pasûr û Qereyaziyê da. Di civînê de Hevserokê HDP'ê yê Bajar Muhsîn Taşar axivî û diyar kir ku dê qeyûmên ku li dijî vîna gel darbe ne qebûl nekin.